1 Kanûn, Pêncşem - 2022
No menu items!
More

    Rewşa HDP’ê dê çawa be!

    Tê gotin ku di serdema Romayê de senatorek di her danişîna senatoyê de mafê axaftinê digire. Her carê jî heman tiştî dibêje: “Dê rewşa Kartaca çawa be?” Kartaca dewleteke biçûk a li bakurê Afrîkayê bû. Li gorî împaratoriya Romayê gelek biçûk bû lê Roma dikir nedikir nikaribû serî lê bitewîne.

    Kartaca jê re bûbû kul û derd. Lewma senator jî her carê heman tiştî dubare dike. Îro HDP jî ji bo desthilata AKP-MHP’ê di heman rewşê de ye. Ez bawerim di her civînên xwe de desthilat dibêje: “Dê rewşa HDP çawa be?” Kongreya HDP’ê ya dawî grîngiya vê pirsê zêdetir kir.

    Di 3’ê tîrmehê de HDP’ê li Enqerê kongereya xwe ya pêncemîn li dar xist. Beşdariya kongreyê baş bû. Kelecan û coş pir zêde bû. Di kongreyê de gel xwedîderketina li HDP’ê careke din aşkera kir. Bi beşdarvanên ji bajarê cuda hatin re me li ser lingan sohbet dikir. Moralê wan baş bû. Dema mijar dihate ser girseya kongreyê hema bêje hemû kesî ji krîza aborî gazind dikir. Ji ber krîza aborî gelek kes nikaribûn tev li kongreyê bibin. Li hinek bajaran ji ber buhayê mazotê hindik otobus hatine amadekirin û gelek kes li gel ku xwestine tev li bibin jî lê derfet çênebûye. Ev jî dide nîşandan ku eleqeya kongreyê gelek zêde bûye.

    Operasyon têrê nekirin!

    Ji kongreya çaremîn ve di nav du sal û nîvan de gelek geşedan çêbûn. Bi hezaran endam û rêvebirên partiyê hatin girtin. Doza girtinê lê hate vekirin. Bi dozên Kobanê xwestin partiyê sûcdar nîşan bidin. Wekî din jî operasyonên binçavkirin û girtinê li hemberî çapemenî, ciwan, jin, çand û hwd kirin. Di van operasyonan de dihate xwestin ku gel ji têkoşînê were qutkirin. Ev operasyon jî têrê nekirin operasyonên nû li derveyî sînor dane destpêkirin. Hewl didan ku bertek û berxwedana dernekeve holê. Lê di 8’ê Adarê û Newrozê de êdî hew dikaribûn pêşiya gel bigirin. Bi milyonan kesan daxwaza azadiyê berz kirin. Êdî gel di her derfetê de helwesta xwe nîşan dide. Yek ji van jî kongreya HDP’ê bû.

    Banga li desthilat û muxalefetê

    Di demeke ku doza girtina HDP li dadgeha bilind tê dîtin de HDP’ê kongreya xwe li dar xist û peyameke xurt da raya giştî. Her kongreyên partiyê bi coş û kelecan diborin. Her wiha her kongre ji pêvajoyê re dibe bersiv. Ev kongre jî hem ji bo desthilatê hem jî ji bo muxalefetê bû bersiveke zelal. HDP’ê bi sekna ittifaka demokrasiyê ji aliyekî ve bersiv da desthilatê ji aliyekî ve jî bangewazî li muxalefetê kir. Ji aliyekî ve ji bo têkçûna desthilatê biryara xurtkirina berxwedanê derdiket pêş ji aliyekî ve jî bangewaziya helwesta demokratîk li muxalefetê dihate kirin. Bi kurtasî diyar bû ku beyî HDP’ê ne desthilat dikare tiştekî bike ne jî muxalefet dikare pêşketinekê çêbike.

    Peyamên siyasetmedarên biyanî

    Di vê kongreyê de her wiha tevlîbûna şandeyên ji derveyî welat jî zêde bûn. Ji başûrê Kurdistanê bigire heya Lûbnan, Fîlîstîn û welatên Ewropayê ji gelek deveran kesayet û nûnerên partiyan tevlî kongeyê bûn. Peyamên hatin dayîn jî xurt û zelal bûn. Di axaftinan de piştgirî û hevkariya têkoşîna li hemberî zordariyê derkete pêş. Hema bêje hemû axaftvanan sekna li hemberî zordariyê anîn ziman. Ligel van şert û mercên zor û zehmet kombûna ewqas kesan ew matmayî hiştibûn. “Ligel zextên hukumeta Tirkiyeyê dîtina girseyeke wiha rihê gelê kurd nîşan dide.” (Mireille Court, parlementera antîkapîtalîst, Fransa) “Li vir dîtina vê coşê hêz dide me. Ligel ewqas çewisandinan, ligel ewqas kiryarên hikumeta Erdogan mirov bi hêvî û kêf in.” (Igor Zualaika, parlementera BILDU, Ispanya) “Di vê kêliya ku em li cem we ne de me silavên Filîstiniyên ku li hemberî siyonîzma Îsraîlê şer dikin ji we re anîn. Em ê bi we re li cem we bin. Li hemberî yên dixwazin HDP’ê bigirin em li cem we ne.” (Hanna Garîb, Sekretera Giştî ya Partiya Komunîst a Lubnan)

    Ocalan û girtiyên siyasî

    Ji axaftinan baş dihate fêmkirin ku têkoşîna gelê kurd a li hemberî zordariyê ji derveyê welat ve jî gelek baş dixuyê. Gelek caran tê gotin ku piştevanên kurdan tune ne lê di rastiyê de gelê kurd li tevahiya cîhanê bûye xwedî dostên hêja. Têkoşîna di pêşengiya Tevgera Azadiyê de kurd li cîhanê wekî gelekî azadîxwaz da nasîn. Ev kongre jî nîşaneya vê yekê bû.

    Mijareke din ku nehatibû jibîrkirin girtiyên siyasî bûn. Bi peyamên xwe hem hêz dane kongreyê hem jî helwesta xwe ya li dijî faşîzmê dubare aşkera kirin. Her cara ku peyamên wan dihatin xwendin girseyê bi slogan, çepik û tilîliyan bersiv didan. Yek ji sloganên herî xurt ‘Bijî berxwedan zîndanan’ bû.

    Hem girseyê hem jî axaftvanan bi dengekî xurt rol û mîsyona birêz Abdullah Ocalan diyar kirin. Dema mijar dibû birêz Ocalan girseyê bi yek dengî slogan diavêt. Di salonê de hewa bi yek carê diguherî. Kongrê peyam da ku di çareserkirina pirsgirêkan de birêz Ocalan muxatab e û demildest divê tecrîd rabe.

    Paradîgmaya HDP’ê

    Kongreyê bi her awayî rewş raxiste ber çavan. Êdî mesele maye li ser girtina peyaman. Kî çi peyaman digire, çi encaman derdixe dê rojên pêş diyar bibe. Lê ya diyar ew e ku HDP dê di rojên pêş de her tim di rojeva desthilatê de be. Stunên desthilatê dihêrivin. Di nav xwe de roj tune ku zelzeleyekê nejî. Desthilat bi sextekariyan operasyonan li dar dixe lê HDP li ser rastiyên xwe têkoşîna xwe didomîne. Stunên HDP’ê qewîn in.

    Kartaca ji ber ku ne xwedî paradîgmaya cuda bû xwest bibe Romayeke biçûk lewma têk çû. Romayê Kartaca wêran kir. Lê HDP îro li Tirkiyê partiya herî xurt a ku xwedî paradîgmayeke alternatîf e. Hêza xwe jî ji vê paradîgmayê digire. Îro li ser vê paradîgmayê têkoşîna xwe didomîne. Vê paradîgmayê li tevahiya cîhanê şax vedane. Têkçûna wê zehmet e. Ev jî hem ji desthilatê re hem jî ji muxalefetê re bûye kul û derd.