25 Îlon 2022, Yekşem
No menu items!
More

    Qeyûman çav berda destkeftiyên jinan

    Rêveberiyên herêmî ji bo pirsgirêkên civakê bi awayekî kolektîf were çareserkirin xebatê dimeşîne. Rêveberiyên herêmî li welatên wekî Tirkiyeyê ketine bin xizmeta kesan an jî dewletê. Ji ber vê yekê jî wek bihêzkirina demokrasiya herêmî nayên dîtîn. Li Tirkiyeyê hebûna rêveberiyeke navendî ya hişk her tim rê li pêşiya avakirina sîstemeke rêveberiya herêmî ya demokratîk û bihêz digire. Ev rêveberiya hişk her wiha rê li ber her cureyê afirînerî û karên ji bo civakê jî digire. Rêveberiya herêmî bi siyaseta kurd re vegeriya rastiya xwe.
    Wek tê zanîn ku qadên rêveberiya herêmî yek ji wan herêman e ku li her qada civakê belav dibe û herî zêde têkiliya wê bi civakê re heye. Li Tirkiyeyê jî di encama berxwedana kurdan de rêveberiya herêmî hat asteke ku mirov qala demokrasiyê bike. Tê zanîn ku jinên ku îro nîvê civakê ne, di nav demokrasiya li Tirkiyeyê heta demekê jî bi tu awayî navên wan derbas nedibûn. Ev qada rêveberiya herêmî bi pergala heyî re jixwe tenê wek qada mêran dihat pênasekirin. Lê ev pênase ji aliyê jinên kurd ve bi têkoşîn û tecrûbeya wan hat guherîn û ev zêdeyî 20 sal in jî gelek destkeftiyên mezin bidestxistin.
    Di vê çarçoveyê de; temsiliyeta jinan di rêveberiyên herêmî yên Tirkiyeyê de bi hilbijartinên 1999’an re derbasî qonaxeke cuda bû. Temsîliyeta jinan a ku bi kotaya zayendî dest pê kir, ber bi temsîliyeta wekhev ve çû. Di sala 2014’an di hilbijartinên herêmî de piştî ku BDP’ê ji kotayê derbasî hevserokatiyê bû, ev yek di dîroka Tirkiyeyê ya rêveberiyên herêmî de jî ji bo jinan bû pêngaveke pir girîng.

    Armanca qeyûman

    Pergala hevserokatiyê û temsiliyeta wekhev a ku ji bo jinan nebenabeyek bû, bi ked û bedelên giran ji aliyê Tevgera Jinên Kurd ve hatibû avakirin. Ev jî ji bo mayîndekirina destkeftiyên jinan mekanizmeya herî girîng bû. Heta pêvajoya zordariya qeyûman jî jinan û gel bi awayekî rihetî berê xwe didan saziyên gel ên rêveberiyên herêmî. Bi dîroka 2016’an a re jî ev pêvajo guherî. Ji 102 şaredariyên DBP ên di hilbijartinên 2014’an de bi dest xist, bi tayînkirina qeyûman, dewletê dest danî ser 96 şaredariyan.
    Di sala 2016’an de kiryara qeyûman a yekem ew bû ku xebatên jinan û jinên xebatkar xistin hedefa xwe û ew tasfiye kirin. 43 navenda saziyên jinan ên ku çalak dixebitîn û cihên girêdayî wan bûn hedefa qeyûman a yekem. Bi dehan hevserokê şaredariyan, endamên meclisê hatin girtin. Gelek hevserok û hilbijartiyên partiye hê jî di girtîgehan de ne.
    Xebatên ku li gelek navçe û bajaran ji aliyê jinan, li dijî her cure tundiyê hatibûn kirin, xizmetên di vî warî de hat dayîn, bi destê qeyûman hatin îlegalîzekirin û dan sekinandin. Bi biryarên weke girtina navend û stargehên jinan, ji kardûrxistina xebatkarên Rêveberiya Polîtîkayên Jinan an jî guhertina cihên wan xwestin ku bi rêveberiyên herêmî re têkiliya têkoşîna jinan bê qutkirin, destkeftiyên wan ji holê rakin.

    Pêvajoya 2019’an

    Bersiva herî mezin a li dijî bêhiqûqiya ku di sala 2016’an de pêkhatî, hilbijartinên Rêveberiyên Herêmî yên di 31’ê Adara 2019’an de bûn. Li gorî encamên fermî yên vê hilbijartinê HDP’ê 3 bajarên mezin, 5 bajar, 45 navçe û 12 bajarok, bi giştî 65 serokatiyên şaredarî, hezar û 230 endamên meclisên şaredariyan û 101 endamên meclisa giştî ya parêzgehan bi dest xistin. Şaredarî bi destên HDP’ê vediguherîn şaredariyên gel. Gel û şaredarî bi hev re pirsgirêkên xwe çareser dikirin û hemû xebat bi hev re dimeşandin.

    Darbeya 19’ê tebaxa 2019’an

    Dema em bala xwe didin dîroka 19’ê tebaxa 2019’an jî yek ji darbeya siyasî ya li Tirkiyeyê pêkhatî derkeve pêşberî me. Hê ku di ser hilbijartinê de 5 meh derbas bûbûn, deshilatdariya AKP’ê careke din bi awayekî dijhiqûqî darbeyeke siyasî kir. Heman hişmendiyê bi heman awayî li ber çavê cîhanê qeyûm diavêtin ser şaredariyên ku bi vîna gelê kurd hatibûn hilbijartin. Lê hiqûqa Tirkiyeyê wek her carê tenê dema ku desthilatdariyê dixwest dikeve dewrê.
    Bajarên mezin ên wek Amed, Mêrdîn û Wanê ji aliyê qeyûman ve hat desteserkirin. Ji 19’ê tebaxa 2019’an vir ve bi tevahî heta niha qeyûm hat ser 48 şarederiyan û hevserokên şaredariyan ji peywira xwe hatin dûrxistin. 79 hevserokên şarêdariyan bi hincetên cuda û di dîrokên cuda de hatin binçavkirin. 19 hevserokên jin di nav de 39 hevserokên şarederiyan hatin girtin û niha di girtîgehan de ne. Hevserokên şaredariyan ên ku bi rayên gel hatin hilbijartin û vina gel temsîl dikirin ji bi awayekî dij hiqûqî ji peywirê hatin durxistin.

    Êrîşî pergala hevserokatiyê kirin

    Yek ji hinceta desthilatdariya AKP-MHP’ê jî pergala hevserokatiyê bû. Deshilatdariya mêrperest hevserokatî wek sûcekî pênase dikir û şaredariyên partiyên kurdan jî wek sûcdarên herî mezin nîşan dida. Bêguman pergala hevserokatiyê ji ber ku hişmendiya baviksalarî serobino dikir û rejîma mêrane tarûmar dikir, hat hedefgirtin. Yanî em dikarin bêjin ku hevserokên jin û jinên hilbijartî; bi sîstema hevseroktiyê hatin krîmînalîzekirin, hatin darizandin. Bi qeyûman re gerînendeyên jinan û navendên palpiştiyên jinan ên 47 şaredariyan an hatin pasîfîzekirin an jî girtin.
    Li aliyê din jî bi girtina van navendên jinan re bûyerên tundiya li ser jinan, qirkirin, mirinên biguman û hejmara jinên ku bi berê wan didan xwekuştinê zêde bûn. Herî zêde jî polîtîkayên şerê taybet bi heman awayî ketin meriyetê. Berê yan bi bi awayekî şênberî yan jî li ser platformên dijital li ser jinên ciwan tundî pêk dihat. Ji aliyê hêzên paramîlîter ve berê ciwanan didan hişbir û fuhuşê. Mêrên kujer bi bêcezakirinê tên xelatkirin. Bi destên qeyûman jî navên jinan hatin girtin. Li hemû bajarên welat ên ku saziyên jinan lê heye her roj jinên rastî tundiyên tên bi rêya telefonan xwe digihînin navendên jinan lê ji ber ku tu tişt ji destên wan nayê ji neçarî berê wan didin qerekol û cihên din. Ji ber fesihkirina peymana Stenbolê û qanûna 6284’an bi awayekî şênber ne di meriyetê de ye. Ev jî rê li ber kûrbûna pirsgirêkên jinan vedike.

    Jin û civak xistine tecrîdê

    Jixwe di encama pêvajoya zordariya qeyûman de êdî derkete holê ku polîtîkayên desteserkirina qeyûm tenê ne êrîşeke li ser HDP’ê yan jî li ser gelê kurd bû. Stratejiya planên desthilatdariyê bûn. Piştî vê pêvajoyê tevahiya civaka welatê Tirkiyeyê jî ji aliyê desthilatdariyê ve kete bin tecrîdeke mezin ku îro civak nikare bêhnê bistîne.
    Niha yên ku îro herî zêde li ber xwe didin jî wek tê zanîn ku jin in. Parastina destkeftiyên jinan û bidestxistina destkeftiyên nû bêguman bi tevahiya berxwedana jinan pêkan e.
    Jin bi têkoşîna hevpar, berxwedan û tifaqa jinan wê dawî li zîhniyeta îstîsmarker bîne û tîne jî.