26 Mijdar, Şemî - 2022
No menu items!
More

    Nivîskar Rojbîn Perîşan piştî girtina 30 salan hat berdan

    Nivîskar Rojbîn Perîşan ku 30 sal bûn girtî bû, ji Girtîgeha Jinan a Gebzeyê hat berdan. Perîşan got ku jin û jiyan  herî zêde azadiyê heq dikin.

    Nivîskar Rojbîn Perîşan ku li Girtîgeha Jinan a Gebzeyê girtî bû piştî 30 salan hat berdan. Perîşan di sala 1992’yan de dema ku 18 salî bû bi angaşta “endamtiya rêxistinê” li Amedê hat binçavkirin û piştre li Dadgeha Ewlehiyê ya Dewletê (DGM) hat darizandin. Di encama darizandinê de cezayê muebetê lê hat birîn. Perîşan bi dorê li girtîgehên Riha, Sêwas, Midyad û Gebzeyê ma. Ji ber îşkenceyên ku lê hatin kirin û şertên girtîgehê bi pençeşêra rehîmê ket û beşek roviyên wê jê hatine girtin.

    Berhemên Perîşan

    Pirtûkên ku Perîşan nivîsandine jî wiha ne: “Por û Sî (Saçlar ve Gölgeler)”, “Jinên Deng Sifir (Bakır Sesli Kadınlar)”, “Li Bendmayîna Te Zêmara Rondikên Çavê Min Bû (Gözyaşımın Ağıdıydı Seni Beklemek”, “Strana Axê (Toprağın Şarkısı)” û “Kevirên Şikestî (Kırık Taşlar)” Her wiha Perîşan, di pêşbirkên Helbest û Çîrokan ên Huseyîn Çelebî û Îsmet Baycan de bûye yekemîn.

    Bi gul û kulîlan hat pêşwazîkirin

    Piştî girtina xwe ya 30 salan Perîşan îro hat berdan. Nûnerên TJA, MEBYA-DER, MA TUAY-DER’ê û Dayîkên Aştîyê xizmên girtiyan ên Nobeta Edaletê digirin û endamên HDP’ê Perîşan bi çepik û kulîlkan pêşwazî kirin.

    ‘Jin azadiyê heq dikin’

    Perişan, Piştî berdana xwe Perîşan, diyar kir ku ji ber gelek jinên girtî li dû xwe hiştiye dilşikestiye û ev tişt gotin: “Jin û jiyan  herî zêde azadiyê heq dikin.”