27 Mijdar, Yekşem - 2022
No menu items!
More

    Li Osnabruckê Navenda Civaka Demokratîk a Kurd hat vekirin

    Li bajarê Osnabruckê yê Almanyayê, Navenda Civaka Demokratîk a Kurd (NCDK) bi merasîmekê hat vekirin. Merasîma vekirina NCDK’ê 22’ê Tebaxa 2021’ê pêk hat û nûnerên gelek partî û saziyên civakî yên sivîl ên alman jî tevlî bûn.

    Piştî deqeyeke rêzgirtinê, peyama Meclîsa Gel a Osnabruckê hate dayin û navenda nû li xelkê herêmê hat pîrozkirin.

    Hevseroka Konfederasyona Kurdên li Almanyayê (KON-MED) Zubeyde Zumrut jî navend li gel pîroz kir û bang li kurdistaniyên li herêmê kir ku xwedî li navenda xwe derkevin.

    Beşdarên alman jî di merasîmê de axivîn û dilsoziya xwe ya bi têkoşîna azadiyê ya gelê kurd re nîşan dan.

    Di dawiyê de jî Hozan Seyîdxan derkete ser dikê û hunera xwe pêşkêş kir.

    Naveroka berê
    Naveroka ya piştî vê