29 Îlon 2022, Pêncşem
No menu items!
More

    Li Brukselê “Rê” ya Yilmaz Guney!

    Alî Guler /

    Afîşa fîlmê “Rê” yê ya derhênerê kurd Yilmaz Guney, di sala 1982’yan li Cannese xelata “Palma Zêrîn” vergirtibû, di nava gelek filmên cihanê yên klasik de ev 26 sal in li Brukselê di peykelek bîrdariya sînemayê de tê nîşandan.

    Derhenêre navdar Yilmaz Guney bi biyografiya xwe ya sînemayê de her dem bû dijber û bal kişandiye ser pirsgirêka kurd. Ev dijberî û rexneya zordariyê herî zêde di filmên wek “Kerî”, “Hêvî” û “Rê” de derdikevin pêş. Di van fîlman de jiyana kurdan, pirsgirêk û tekoşîna wan a nasnameya neteweyî û çînî bi amûrên cur bi cur tê ser perdeya spî.

    Yilmaz Guney wan demên zor û zehmetî de jî li xwe nade paş û rejîmê bi awayek tuj rexne dike. Di şexsê sîstema kemalîst de kirinên dewleta tirk rexne dike. Di nava fîlmên Yilmaz Guney de yê herî balkeş jî bêguman fîlma wî ya “Rê” ye. Guney, bi vê fîlma xwe li Cannesê xelata “Palma Zêrîn” bi fîlma navê “ Missing” (Wenda) a derhenêrê yunanî Costa-Gavras re parvekir. Pîştî vê xelatê şûnde Yilmaz Guney bu hedefa dewlata tirk. Fîlmên wî li Tirkiyeyê bi salan hatin qedexekirin.

    Afîşa vê fîlmê ev 26 sal in li paytexta Belçîka Brukselê di nava peykelek bîrdariya sînemayê de tê nîşandan. Bîrdarî di hezîrana sala 1996’an de ji aliyê Alderman H. Sîmons ji bo 100 saliya sînemaya cîhanê hatiye çêkirin. Navê vê bîrdariyê jî Joseph Plateau ye. Joseph Plateau, çêker û afrînerê sînemaya anîmasyonê ye. Ev ji bo bîranîna wî hatiye amadekirin. Di bîranînê de fîlmên 100 erhênerên navdar de cîh digire. Afîşa fîlma Yilmaz Guney a Rê jî di nava van 100 fîlman de cihê xwe digire. Peykela Bîranînê li navenda bajarê Brukselê de hatiye çêkirin. Her roj bi sedan turîst û şêniyên bajêr li vê qadê re derbas dibin.

    Ji bilî fîlma Yilmaz Guney ‘Rê’ gelek fîlmên din jî tê de cîh digirin. Fîlmên mora xwe li dîroka sînemaya cîhanê xistine zêdetirîn jî ew in. Navê wek Francis Ford Coppola, Al Pacino, Marlon Brando, Robert De Nir, Audrey Hepburn, Marilyn Monroe ji di nav de derdikevin pêş. Fîlm, dema hat kişandin Yilmaz Guney li zindana Îmraliyê girtî bû. Guney senaryoya fîlmê li heman zîndanê nivîsand û fîlm li wir hat kişandin. Her çiqas girtî be jî yekser di nava pêvajoya kişandinê de cîh girt.

    Kişandina fîlmê li zindana Îmraliyê, bajarên wek Konya, Edene û li Kurdistanê tê kişandin. Di şexsê 5 girtiyan de mijara kurd, azadî, xîzanî û pirsgirêkên bindestan tîne ser perdeya spî. Piştî kişandinê meteryalên fîlmê bi awayek qaçaxi dertê dervayê welat.

    Yilmaz Guney wê demê ji zindanê fîrar dike û diçe Fransayê û honaka fîlmê ew bi xwe dike. Guney, li vir motîfê kurdî zêdetir di nava fîlmê de nîşan dide. Rê’ya Yilmaz Guney a Kurdistanê Di fîlmê de dema rêwîtiya wî ber bi Rihayê ve diçe, bi tîpên mezin nivîsa Kurdistan tê ser ekranê. Dîsa di aliyê din de jî stranên kurdî di fîlmê de cih digirin. Ji ber van stranan fîlma Rê li Tirkiyeyê qedexe ye. Yılmaz Guney dema li Cannesê bû ji rojnamevanê fransî Chrîs Kutschera re van gotinan anîbû ziman: “Suru (Kerî) di dîroka gelê kurd de ye. Lê di fîlmê de min zimanê kurdî jî bi kar neanî. Heke me kurdî bi kar bianiya, her kesên ku di fîlm de cih digirtin, dê bixistina girtîgehê. Yol (Rê) jî her çendî montaja wê li Ewropayê hatibe çêkirin jî min nekarî sedî sed bikim kurdî.”

    Filma Rê ya ku bûye berhemek sînemaya cîhanê ev 40 sale hê jî li Tirkiyeyê qedexe ye.