25 Îlon 2022, Yekşem
No menu items!
More

    Kurdbûna te têrê dike ku werî bidarvekirin

    Li her aliyên cîhanê rêbaza girtîgehan li ser her kesî ji bo çewisandin û ji hêzxistinê hatiye pêkanîn. Bi taybet mînakên vê rêbazê li ser kurdan tên dîtin. Li çar parçeyên Kurdistanê di girtîgehan de tundî û îşkence li kurdan hatiye kirin û hê jî tê kirin.

    Di demekê de ku îşkenceyên li girtiyên siyasî yên girtîgehên Tirkiyeyê derdikevin pêş me berê xwe da rojhilatê Kurdistanê da ku em fêr bibin li wir rewşa girtî û girtîgehan çi ye. Li ser mijarê em bi çalakvan Zana Ûrmiye ku ew jî girtiyeke berê ye re axivîn.

    Li Îranê çend girtiyên siyasî hene? Çend sal cezayê girtîgehê li siyasiyan tê birîn?

    Ji ber ku li Îranê tu saziyên mafên mirovan nikarin rasterast daneyan kom bikin em ji sedî sed nikarin bibêjin ku ev qas kes girtî ne. Li ser girtiyên siyasî yên li Îranê her çi qas daneyeke rasteqîn tunebe jî li gor texmînan derdora 4-5 hezarî girtî hene. Dema em kesên ku bi kefalet tên berdan jî bihesibînin ev hejmar ji 9 hezarî jî derbas dibe.

    Ji bo kesek bi kefaletê bê berdan şert ew e ku ew kes tim li ber çavan be heta ku mehkeme pêk were. Qiymeta miktara kelafetê gelek zêde ye. Mînak mal, erd û gelek tiştên giranbuha ji bo kefaletê tên girtin. Hin kes neçar dimînin ku sed an du sed hezar dolar kefalet bidin. Ev jî di rewşa Îranê de gelek giran e.

    Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan 23 sal in di bin tecrîdeke giran de ye. Tecrîda li ser Ocalan ji bo we tê çi wateyê û bandora wê ya li ser girtiyan çi ye?

    Li Îranê bi taybet li rojhilatê Kurdistanê gelek girtiyên PKK’ê hene. Girtiyên PKK’ê li Îranê ji hemû girtiyên siyasî yanî ji girtiyên PDK û hizbên din zêdetir in. Girtiyên PKK’ê jixwe di zanebûna rola Serokatiyê de ne. 15’ê Sibatê wek Roja Reş pênase dikin û di girtîgehan de wê rojê bi rojî derbas dikin. Ne tenê girtiyên PKK’ê her wiha girtiyên siyasî yên din jî Rêber Apo wek rêberê kurdan pênase dikin û gelek rêz didinê. Ên ku li vir di girtîgehan de ne, tecrîda li ser Rêber Apo qebûl nakin û li aliyê din dema cezayeke giran li wan tê birîn jî dibêjin Serokê me ew qas sale tê tecrîdkirin. Ji ber vê yekê di berxwedana di girtîgehan de hêz ji Rêber Apo digirin.

    Bandora tecrîda li ser Serokatiyê wek her kurdekî bandorê li ser me jî dike helbet. Em baş dizanin ku ev tecrîda li ser wî tunebûna dê rewşa me kurdan ji her aliyê ve aramtir bibûna. Ji ber ku dewleta tirk jî vê yekê dizane lewma tecrîda li ser Serokatiyê her diçe kûrtir dike.

    Li girtîgehên Îranê rewş çawa ye? Girtiyên li Îranê gelo dikarin xwe bi rêxistin bikin?

    Dema li Îranê keseke ji PKK’ê bê girtin li Navendên Ragihandinên Îstîxbarî tên girtin. Van navendan cihên taybet in û tu kes nikare xwe nêzî wan deran bike. Heta lêkolîna wan biqede li wir tên girtin û ev der di bin qerekolên eskerî de cih digirin. Ew kesên tên girtin di hucreyên yekkesî de tên girtin. Ji aliyê demê de ne diyare dê ew kes çi qas li wir bê girtin. Mînak hin kes hene bi salan li wan îşkencexaneyan dimînin hin kes jî hene piştî mehekê tên girtin. Kesên ku tên girtin vê carê dişînin girtîgehan.

    Li girtîgehên Îranê rêxistina girtiyan mixabin wek ya Bakur nîne. 10-15 sal berê xwerêxistinkirina girtiyan xurt bû. Lê desthilatdarê ew kesên pêşeng sirgûn kirin. Hin ji wan jî bi darve kir. Ji ber wê ew rêxistinkirina wan belav bû. Niha jî derfet nade wan ku xwe bi rêxistin bikin. Her çi qas desthilatdar asteng bikin jî ji ber çanda şoreşgerî di xwezaya xwe de girtî veşartî û kêm be jî xwe bi rêxistin dikin. Peywendî bi derve re datînin. Li hemberî kiryarên desthilatdariyê derdikevin û dikevin grevên birçîbûnê. Carna di navbera girtiyan û gardiyanan de şerê fizîkî jî rû dide lê girtiyên siyasî ji gotinên xwe naynê xwarê.

    Li girtîgehên Tirkiyeyê hin mirinên bi guman çêdibin. Ji nûçeyên ku li ser girtîgehên Îranê tên belavkirin jî tê xuyakirin ku li wir jî rewş ne pir cuda ye. Tu vê rewşê çawa dinirxînî?

    Li girtîgehên Îranê jî îşkence heye. Di nav van 2 salên dawî de îşkence hinek kêmtir bûye. Di rastiyê de ev pêvajoya îşkenceyê li gor deman diguhere. Di nav qanûnan de rêbazên xwe naguherînin lê di kiryarên wan de ev tişt diguhere. Li girtîgehên li vir jî kuştin heye. Lê gardiyan vî tiştî rasterast nakin, bi destên girtiyên ne siyasî didin kuştin.

    Carnan jî mirov ji ber ku înstgram, twiteer, whatsappê bi karanîne yan jî girêdayê hizbekê ne di îşkenceyê de tên kuştin. Zextên li ser siyasiyan hin caran girêdayê rewşa Îranê ye jî. Yanî em dikarin wiha mînak bidin; Îsraîl were êrîşî leşkerê Îranê bike Îran tê şepgirên fars û bitaybet jî kurdan digire û wan di bin îşkenceyê re derbas dike, heta ku ew kes neçar dimînin ku karekî wan nekiriye qebûl bikin. Îşkenceya herî zêde ya li vir tê kirin hucreya takekesî ye. Ev jî herî kêm ji 2 mehan dest pêdike.

    Li gor rapora Amnesty International par 314 girtî, di 6 mehên 2022’yan de jî 251 girtî hatine darvekirin, hûn vê yekê çawa dinirxînin?

    Li Îranê ji berê de darvekirin heye. Mijara darvekirinê li Îranê ji 40 salan zêdetire heye û derdikeve pêş. Kesê ku kujer bin an bazirganiya madeyên hişbir bikin an jî girêdayê partiyeke siyasî bin tên darvekirin. Hejmara kesên ku tên darvekirin li vir her diçe zêde dibe qet kêm nabe. Desthilatdar ji bo çareserkirina pirsgirêkan kesê bi darve nakin. Armanca bi darvekirinê kontrolkirina civakê ye. Dixwazin bi van kiryaran li ser civakê tirsê bidin avakirin.

    Hejmara ku saziyên mafên mirovan li dervayê Îranê amade dikin û parve dikin ji rastiya li vir cudatir e. Ji ber ku hejmara kesên tên darvekirin ji hejmara tê ragihandin gelek zêdetir e. Desthilat gelek dervekirinan bi dizî dike û nahêle ku bê bihîstin.

    Dewlet dema kurdekî bi darve dike dibêje ew çekdarê PKK’ê yan yê PDK’ê yan jî hizbeke din e û di nav şer de hatiye girtin. Lê tu eleqaya vê yekê bi rastiyê re nîne. Ji ber ku kêm milîtanên PKK’ê di şer de hatine girtin. Wekî din ji bo darvekirina wan jixwe kurdbûna wan bes e. Di encamê de mirov dikare bibêje ku armanca darvekirinan kontrolkirina civakê ye, ne ku çareserkirina pirsgirêkên di nav civakê de ne.

    Ji xeynî girtîgehan bi şerê taybet ê ku li ser neteweyên wek beluc û kurdan tên meşandin çi tê armanckirin? Minak hişbir û alkol ku li bajarên Îranê qedexeye çima li nav kurdan tê belavkirin?

    Li gor qanûnên Îranê madeyên hişbir û alkol qedexe ne. Lê tişta ku herî zêde li Îranê heye madeyên hişbir in. Bi taybet jî li bajarên kurdan ev tişt pir zêde ye. Van madeyan bi van şêwazan belav dike. Li kurdan hemû rêyên debar û xebatê hatine girtin. Kurdan neçarê ser sînoran kirine. Ev 40 sal in li ser sînoran qaçaxçîtî tê kirin. Kurd diçin qaçaxçitiyê dikin, madeyên hişbir li bajaran belav dibe lê hikûmet heta wê demê tu mudaxele nedikir. Kîngê ji ser wê hişbirê pereyeke zêde ket destê kurdan û kurd dewlemend bûn wê demê desthilatdar radibe kurdan bi darve dike. Ev rêbaza şerê taybet e. Mînak li ser sînor gundek heye ji 45-50 malî pêk tê. Ji wî gundî 18 kes ji ber bazirganiya hişbir hatine darvekirin. Desthilatdar dibêje ez nikarim hemû ciwanên wan bi îdîaya endamtiyê bigirim ji ber wê çi dike? Pêşî wan neçarî qaçaxiyê dike piştre jî ji bo kontrolkirina civakê wan darve dike.

    Hikûmet naxwaze ku qanûnên darvekirin û girtîgehan ji holê rake. Ji ber ku dema van tiştan rabike nikare neteweyên kurd û beluc kontrol bike. Lê aliyê din dixwazin bi taybet beluc û kurd bi madeyên hişbir bide mijûlkirin. 30 sal berê dema ku şerê di navbera Iraq û Îranê de xilas bû gelek partiyên li Rojhilat hêdî hêdî vekişiyan an jî hatin tasfîyekirin. Bandora vê yekê jî li ser civaka kurd gelek zêde bû. Valatiyeke mezin çêbû. Wê demê hikûmetê waliyekî kurd yê bi navê Mihemed Riza Rehîmî ku cehş bû li Kurdistanê bi cih kir. Dema ew cehş çû Parêzgeha Kurdistanê di axaftina xwe de stratejiya hikûmetê bi van gotinan raxist ber çavan: “Ez ê wisa bikim ku ciwanên kurd dê ji dêvla kleşê ve bafûrê (erebeya hişbirê) rakin. Niha mirov dibîne ku gelek ciwanên kurd tûşê madeyên hişbir bûne.”

    Şerê taybet tenê bi van jî sînordar nîne bêguman. Mînak li Bakur cenazeyê Haci Birlîk li Rojhilat jî cenazeyê Zîlan Pepûlê li pişt erebeyan hat kişandin. Bi van kiryaran desthilatdar dixwazin li ser kurdan derûniyeke çawa bidin avakirin?

    Mixabin li çar parçeyên Kurdistanê ev wehşet tê kirin. Desthilatdar dixwazin bi van mînakan tundî û îşkeceya li ser gel normal nîşan bidin. Di şexsê Zîlan Pepûlê de xwestin jin di nav civakê de nikaribin serê xwe rakin. Ev desthilatdar qet naxwaze ku jin bi mafê xwe rabin ser piyan. Ji ber ku dewlet bi xwe jî dizane jin tenê nîvê civakê nîne, di heman demê de pêşketin û guhertinê ji xwe re ji bo xwe esas digire. Ji ber wê jî dijberiya herî zêde li hemberî jinan dike. Li kolanên Îranê kesan erkdar dikin ku kincên jinan kontrol bikin û heke biskeke jinan jî ji derve be wan ceza dikin. Hişmendiya ku ji biskên jinan bitirse dê ji bo terpisandina wan çi neke?

    Kiryarên bi vî rengî bandorên neyînî jî bi xwe re tîne. Lê hêrseke mezin jî di dilê gel de dide avakirin. Ne bawerim ku kurdek karibe îşkenceya li ser cenazeyên ciwanên kurd ji bîr bike.

    Di dawiyê de tu dikarî rewşa siyasî ya Îranê û rêxistina kurdan bi kurtasî binirxînî?

    Ji ber polîtîkayên Îranê ev çend sal in aborî di bin ambargoyê de ye. Firotina neftê hatiye sînordarkirin. Dema Îran nikaribe neftê bifiroşe li hemû Îranê pirsgirêkên cidî derdikevin. Ev bandora xwe li hemû civaka Îranê dike. Hikûmeta Îranê niha pereyên ku ji neftê jê re tê dibe li welatên wek Sûriye, Lûbnan, Yemen û welatên wek wan ji bo bi hêzkirina çekdarên xwe xerc dike. Ji ber ku dahatê ji bo çekdarên xwe xerc dikin di nav civakê de xizanî pir zêde bûye.

    Berê li Îranê kurd, beluc, lor, ereb û hin faris li hemberî dewletê bûn. Niha rewş hatiye wê astê ku çîna navîn ya Îranê ku berê aligirê dewletê bû jî li hemberî dewletê derdikeve. Êdî bi giştî civaka Îranê dizane ku pirsgirêk bi reformên seranser û ji rêzê çareser nabin. Her kes niha reforma bingahîn a siyasî dixwaze. Ji ber van dexwazan her roj çalakî çêdibin. Tenê komeke ku hikûmet berîka wan tim tije dike alîgiriya hikûmetê dikin. Niha rayedarên Îranê li welatên Ewropayê muzakerayan dikin. Heke ji van muzakereyan encameke dernekeve dê halê Îranê xirabtir bibe. Dibe ku ji ber rewşa aborî li nav Îranê şerê navxweyî jî çêbibe. Lê desthilatdara Îranê di kuştinê de bêminet e. Ji ber çalakiyan di 2019’an de di nav 3 rojan de ji 5 hezarî zêdetir mirov kuşt.

    Niha çavên gelek kesan li dervayî welat e. Dixwazin an biçin Amerîkayê yan jî Îsraîlê. Ew kes hêvî dikin ku bi rêya van dewletan hikûmet bê rûxandin. Lê rastiyeke wisa heye ku ne DYA ne Ewropa ne jî welateke din ji bo çareserkirina rewşa Îranê nakevin nav hewldanan. Binpêkirinên mafan dibînin lê çareser nakin. Ji nedîtîve hatina wan ji ber rewşa Rûsyayê zêdetir bûye. Ji ber ku ji xwe re ji bo sotemeniyê li alternatîfekê digerin. Hewceye ku civaka Îranê bi hêza xwe mijaran çareser bike.