25 Îlon 2022, Yekşem
No menu items!
More

    Komxebata Şêwirê ya Qamişloyê di roja duyemîn de didome

    Di çarçoveya rêzeşêwirên ku komîteya amadekar a Kongreya Hêz û Kesayetên Demokratîk li dar dixe de, Komxebata Şêwirê ya Qamişloyê di roja duyemîn de didome. Armanca wê li ser girîngiya nasnameya nîştimanî ya Sûriyê were nîqaşkiirin ku dê ji bo bersivdana êrîşên derve û amadekariyên destpêkirina diyalogeke giştî ji bo çareserkirina krîza Sûriyê re bibin destpêk.

    Di komxebatê de nêzî 80 siyasetmedar, rewşenbîr, diplomat, nivîskar û çalakvanên ji herêmên cuda yên Bakur û Rojhilatê Sûriyê û giştî Sûriyê, her wiha nûnerên partiyên siyasî yên li Bakur û Rojhilatê Sûriyê û Meclisa Sûriya Demokratîk (MSD) beşdar bûn.

    Li gorî komîteya amadekar, dê îro endamê Desteya Hevrêziya Nîştimanî ya Hêzên Guhartina Demokratîk Xelef Dawûd û çalakgera jin Nehle Elî belgeya navendîbûnê pêşkêş bikin. Dûre beşdar li ser nenavendîbûnê ya ji bo pêşeroja Sûriyê nîqaş bikin.

    Piştî nîqaş bi dawî bin, dê rûniştinek çêbe da ku tiştên li ser lihevkirin çêbûne, werin nîqaşkirin. Tê payîn ku komxebat bi encamnameyekê bi dawî bibe.