26 Mijdar, Şemî - 2022
No menu items!
More

    Iraq hemû welatiyên xwe ji  Wargeha Holê vedikişîne

    Desteya Wezîran a Iraqê biryar da ku hemû welatiyên Iraqê yên li Wargeha Holê ya li Rojava û Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê vekişîne û ji bo vê yekê gelek wezaret hatin peywirdarkirin.

    Ofîsa Serokwezîrê Iraqê, bi daxuyaniyekê ragihand ku Serokayetiya Desteya Wezîran a Iraqê di civînekê de dosyeya koçberên Iraqê yên li Wargeha Holê ya li Rojava û Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê nîqaş kiriye. Di civînê de Wezîrê Koç û Koçberan, Wezîrê Karên Hindir, Asayîşa Niştîmanî, şêwirmend, Berpirsê Dezgeha Asayîşa Niştimanî, Cîgirê Nûnera Sekreterê Giştî yê Neteweyên Yekbûyî li Iraqê, Nûnerê Rêxistina UNICEF’ê cih girtine.

    Di civînê de li ser niştecihkirina koçberan û çareserkirina pirsgirêka koçberan hatiye rawestandin û ji bo vegerandina koçberên Iraqê bernameyek hatiye diyarkirin. Di der barê bernameyê de Serokwezîrê Iraqê ji bo mijara koçberan û Wargeha Holê aliyên peywendîdar erkdar kir û ferman da ku ji bo çareseriya pirsgirêkê bi lez û bez erkên xwe yên li ser mijarê bi cih bînin.

    Li gorî daxuyaniya Wezareta Koç û Koçberan a Iraqê, heta niha 3 hezar û 90 welatiyên Iraqê piştî proseyên ewlehiyê ji Wargeha Holê ji bo Iraqê hatine vegerandin.

    Li wargeha Holê malbat û kesukarên DAIŞ’iyan tên ragirtin. Li gorî agahiyan di nava wargehê de zêdetirî 71 hezar kes ku piranî xelkê Iraqê ne hene. Ev wargehe ji bo êrişên DAIŞ’ê metirsiyek mezin e. Lewma di vê çerçoveyê de bi fermî ji welatan tê  xwestin ku welatiyên xwe yên li vê wargehê vegerînin welatê xwe.