25 Îlon 2022, Yekşem
No menu items!
More

    ‘Gava Şitil mezin dibin’ îro tê weşandin

    Şoreşa Rojava bi gelek berhemên wêjeyî û dîtbarî jî xwe dide nîşandan. Promiyera fîlma “Gava Şitil Mezin Dibin” ku rengdana Şoreşa Rojava ya li ser jiyana civakî, jiyana rojane ya mirovên asayî ya piştî vegotinên giştî û çîrokên lehengiyê yên mezin nîşan dide, îro li Navenda Çandê ya Baqî Xido ya Kobanê pêk tê. Promiyera fîlmê diyariyê zarokên ku di hefteyên borî de li Hesekê û Kobanê di êrîşên hewayî yên dewleta tirk de hatibûn kuştin, hat kirin.

    Derhêner Rêger Azad Kaya ji Ajansa  Nûçeyan a  Firatê re behsa fîlma xwe kir.

    Rêger Azad Kaya diyar kir ku wan xwestiye îdealên şoreşgerî bi rêya hunerê bînin ziman û wiha got: “Ji pencereyek din min hewl da li jiyanê binêrim. Haya me jê hebe yan nebe, em di jiyana rojane de ewqas tiştan dijîn ku bi rastî ew hemî di dawiya rojê de hestek û ramanekî çêdikin. Ev hemû rastî ji bo me dibe ezmûn. Di tesadufan de hin wateyên kûr hebûn. Bi rastî, ger baş were lêkolîn, tiştên ku em di jiyana rojane de rastî wan tên û wek tesadufî dibînin, dikarin bibin xwedî wateyên pir kûr. Ji bilî van, nirx û keda ku şoreşê afirandiye çawa tê pejirandin, mirovên ku li vir dijîn, nîqaşên dînamîkên bingehîn ên şoreşê yên li ser şoreşê û daxwaza vegotinê. Ev xala destpêka fîlmê bû. Min di sala 2019’an de dest bi nivîsa çîroka vî fîlmî kir. Piştî qedandina çîrokê, me bi Denîz Derya û M. Emîn Engizek ku niha rêveberên huner û kêşana fîlmê ne, dest bi nivîsandina senaryoyê kir. Me di havîna 2019’an de dest bi kişandinê kir.”

    Çîroka fîlm

    Kaya anî ziman ku fîlm behsa malbateke li Kobanê dike û wiha berdewam kir: “Çîroka bav û keça wî ku rojane ji gund tên bajêr û mast difiroşin vedibêje. Ew ji aliyekî ve behsa hewla xwe ya firotina mast û ji aliyekî ve jî hewla xwe ya ji bo çareseriya pirsgirêkên Hemudê dike, bi beşdariya tesadufî ya xortekî bi navê Hemudê di rêwîtiya xwe ya yekrojî de. Helbet rojek ji wan rojan bi dînamîkên bingehîn ên şoreşê re derbas dibe. Çîrokên wan dibîne û li hînkirinên jiyana wan guhdarî dike. Bi wan re em rojane potreya Kobanê dibînin.”

    Kaya da zanîn ku ji ber sînama li Rojava nû pêş dikeve, ji bo vê peydakirina lîstikvanên profesyonel zehmetî dikêşin û wiha dirêjî da axiftina xwe: “Dema ku me dest bi lêgerîna lîstikvanê yekem ê vê fîlmê kir, helbet lêgerîn û xema me tunebû ku em lîstikvanekî profesyonel bibînin. Malbatek hebû ku min wê demê nas kir, karakterê Zelal, Hemudê û Huseyîn ku niha di fîlmê de dilîzin, hemû endamên malbatekê ne. Bi vî rengî tevahiya malbatê bi yekcarî ket nav fîlmek. Helbet hin zehmetiyên wê hebûn. Di encamê de, lîstikvaniya amator bû. Me hewl da ku bi awayekî xwezayî bikişînin. Bi rastî, ew bi gelek awayan bi jiyana wan a rastîn re têkildar e. Bandorên şer ên ji têkiliyên wan ên civakî, ew hest, ew atmosfer, bi gelek awayan bi jiyana wan a rast re hevseng bû. Di vê mijarê de em rastî zehmetiyên mezin nehatin, ji ber ku hemû li vir pêvajoya şer dîtin û jiyan e. Di vî warî de hin avantajên lîstikvaniyê hebûn. Ji cotkar bigire heya civîna komunê, heya karakterên di xebata tunelê de, ew hemû kesên ku berê van rewşan jiyane an jî hîn dikin. Me hewl da ku bi qasî ku pêkan be wan di jiyana wan a rast de bigirin.”

    Derhêner Rêger Azad Kaya diyar kir ku wan bi taybet bajarê Kobanê ji bo fîlmê hilbijartine û wiha pêde çû, “Bêguman Kobanê xwedî wateyek pir taybet e, di dîroka têkoşînê de cihekî taybet digire. Di rastiyê de Kobanê bajarê taybetmendiya pêşeng a kevneşopiya berxwedanê ye. Ji bo vê jî me xwest ku fîlm li Kobanê be. Ji aliyekî ve aliyek şer vedibêje, ji aliyê din ve jiyana asayî ya rojane ya Kobanê ku her tim dihat zanîn û meraqa wan vedibêje. Ji ber vê me li Kobanê dest bi kişandina fîlmê kir. Hemû lîstikvan ji Kobanê bûn.”

    Derhêner Kaya bi bîr xist ku wan di şert û mercên şer ên dijwar de xwestine fîlmek wiha bikêşin û wiha got:“Di fîlm de me hewl da jiyan û şoreşê bi çavên zarokan bibînin. Sedemên taybetî yên vê yekê hene. Şoreşa me mîna dareke ku nû şîn bûye ye. Zarok di vê şoreşê de xwedî cihekî pir girîng in. Em îro tenê dikarin ji wan re hin derfetan biafirînin. Ji bo ku şoreş bidome divê zarok xwedî li wê derkevin, zarok pêşengiya wê bikin. Ji vî alî ve di şoreşê de ya herî girîng ew e ku di navbera zarokan û şoreşê de têkiliyeke xurt were avakirin. Ji bo ku şoreş zindî bimîne. Di vî warî de şoreşa me mîna qonaxên darê ye. Vê gavê ew di qonaxa şitilê de ye, dê şaxên wê di pêşerojê de mezin bibin. Di vê çarçoveyê de me xwest di fîlm de şoreşa zarokan û girêdana şitilan çêkin. Me çiqas karîbû vê yekê rave bikin, êdî biryara temaşevanan e.”

    Rêger Azad Kaya di dawiyê de anî ziman ku her çiqas ew di qada sînamayê de nû be jî lêgerîna pêşxistinê heye û wiha got: “Halîl Dag gerîla bû, derhêner bû. Fîlmên mezin di bin şert û mercên zehmet de çêkirin. Mînak fîlmê Bêrîtan heye. Hestek pir mezin e ku vê yekê daye me. Ji bilî vê ez dikarim bêjim ku ez di bin bandora sînemaya cîhanê, sînemaya Îranê de me. Li wir jî peyamên dilpak û nerm ên hestan ên fîlmên Îranî hene. Bi heman awayî, ew di wêneyê de formek vegotinê heye. Li ser jiyanê xwedî fikir, raman, nêrînek wan in. Ya ku em dixwazin biafirînin ev e. Zimanek dilpak, nêrînek dilnizm, hestên dilpak, hewldanek ji bo afirandina hin hestên gerdûnî yên ku hûn dikarin her kesî bi dest bixin. Ez vê yekê ne bi gotinên mezin dibêjim, tenê dibêjim pêwîstiya sînemaya kurdî bi zimanekî wiha, bi şêwazeke wiha heye. Bi ya min divê sînemaya şoreşê hinekî wiha be. Bi vê hizrê min dest bi nivîsandina vî fîlmî kir. Ew hesta bingehîn e ku min heya niha hebû.

    Helbet îro li dinyayê sînema sektorek e, mekanîzmayeke pîşesazî ye. Her sal bi hezaran fîlm têne çêkirin. Mekanîzmaya bazarê heye ku ev fîlm jî dixebitin. Em ne hewce ye ku fîlmên xwe wekî parçeyek vê bazarê bibînin. Bi vî awayî em van fîlman çê nakin. Armanca sereke ya hilberîna fîlmê ew e ku ji raya giştî re were pêşkêş kirin.”