25 Îlon 2022, Yekşem
No menu items!
More

    Encamên lûtkeya Rêxistina Hevkariya Şanghayê

    Li bajarê Semerqend ê Ozbakistanê welatên Rêxistina Şanhayê roja înê 16’ê îlonê li hev civiyan. Di vê civînê de ji berê de peymana tevlêbûna Îranê jî hatibû amadekirin.

    Rêveberiyên welatên Asyayê zêdetirî 3 salan e bi hev re neciviyanbûn, lê Semerqend mazûvaniya lûtkeya Rêxistina Hevkariya Shanghai (Rusya, Çîn, Kazakistan, Ozbekistan, Tacikistan, Kirgizistan, Hindistan û Pakistanê) kir û Îranê jî li wan welatan zêde bû.

    Her wiha rêxistinê di vê lûtkeya xwe de biryar da ku statuya “hevkarên diyalogê” bidin Îramatên Erebî, Qeter, Kuweyt, Behrên, Misr, Hindistan û Tirkiyeyê.

    Di lûtkeyê de herî zêde li ser hevkariya aborî û dan û standinên bazirganî hate rawestandin. Her wiha mijara tevlêbûna endamên nû bo vê rêxistinê hate guftûgokirin.

    Rûsyayê nikaribû piştgiriya welatên endamên Şangahyê ji bo şerê xwe yê li dijî Ukraynayê bigire. Ji bilî Belarûsyayê tu welatekî piştgiriya tam neda Rûsyayê. Di Lûtkeyê de şerê li dijî Ukraynayê hate rexnekirin.

    Serokwezîrê Hindistanê Narendra Modî ji serokê Rûsya Vlademir Putîn re got, “Niha ne dema şer e” û got ku divê hewldan çêbibin ku ew şer di zûtirîn dem de bidawqî bibe.

    Hêjayî gotinê ye ku serokkomarê dewleta tirk Tayip Erdogan tevî ku welatê wî ne endamê vê rêxistinê ew jî tevli vê civînê bûbû. Li gorî çavdêrên siyasî gelek sedemên vê tevlêbûnê hebûn. Bi vê yekê Erdogan dixwaze peyamekê bide DYA û welatên Ewropayê ku heke li gorî dazwazên wî tevnegerin ew wekî alternatîf dikare bêtir nêzî Rûsyayê bibin.

    Her wiha Erdogan xwestiye ku peyameke ji bo Rûsyayê bide ku Tirkiye ne wekî NATO û Welatên Ewropayê difikire. Bêguman di navberê de mijara kirîna gaza xwezayî û bazirganiyê jî heye. Li kêleka van tevan û ya herî girîng ji bo dewleta tirk mijara bakur û rojhilatê Sûriyeyê ye ku Rûsyayê qayil bike ji bo destûra operasyoneke din li dijî kurdan bide dewleta tirk.