25 Îlon 2022, Yekşem
No menu items!
More

    DIVÊ HUNERMEND XWEDÎ HELWEST BE

    Bi sedê salan e ne tenê axa kurdan, mal û milkên kurdan, çand û huner stran û muzîka wan hatiye talankirin û dizîn. Me xwest der barê vê talanê û kar û barên saziyên çandê de çend pirsan ji rêzdar Celal Ekîn bikin ku di bin bandora gîtara xalê xwe de dest bi gîtarê kir û paşê jî ji ber ku gîtarê zêde li stranên kurdî nedikir xwe hînî tembûrê kir. Bi salan li civat û şevbêrk û şahiyan stran gotin û li tembûrê da. Di encama îşkenceya ku di zindanê de lê hatibû kirin, ziyan gihabû pergala wî ya damaran û mixabin niha nikare li tembûrê bide. Lê tevî ku bi salane wiha ye jî wekî perwerdekar cihê xwe di nava saziyên çandê de digire û kar û xebatên xwe bê rawestan dimeşîne.

    Tu dikarî ji kerema xwe hinekî behsa kar û xebatên navenda çandê ya Dicleyê bikî?

    Wekî hûn dizanin di sala 2016’an de gelek saziyên kurdan bi biryarnameyên di hukmê qanûnan de (KHK) hatin girtin. Saziya Dicle Firatê jî yek ji wan saziyan bû ku bi KHK’ê hatibû girtin.

    Piştî ku me ji nû ve saziya xwe vekir me xwest ku bi heman navê berê be lê destûr nehat dayîn ku em bi navê berê vekin. Navenda Çandê ya Dicle Firatê niha navê wê bûye Navenda Çandê ya Dicleyê. Firat çû, Dicle ma lê kar û xebat, hişmendî û nêzîkatî û hestiyariya ji bo çand û hunera kurdî nehatiye guhertin û dê neyê guhertin.

    Lê mixabin bi destpêka vekirina navenda Dicleyê re Pandemiyê dest pê kir û em neçar man ku navberekê bidin kar û xebatên xwe. Lê dîsa jî di vê dema dawî de me dest bi kar û xebatên xwe kiriye û niha em kursên tembûr, erbane, gîtar û govendê didin, her wiha dengbêjên me jî hene û polek jî ji bo şagirtên zarokan e. Niha amadekariyên me yên ji bo avakirina komeke stranê ya zarokan hene.

    Dîsa êrîşên li ser hunermend û muzîka kurdî zêde bûne, li gorî we sedemê van êrîşan çi ne?

    Mirov dikare wan êrîşan wekî dijminahiya zimanê kurdî, qedexe û êrîşên li ser zimanê kurdî tên kirin, binirxîne. Ev êrîş ne li dijî muzîkê ne, êrîş li dijî muzîka ku gotinên wê bi kurdî ne. Ne tenê ji ber ku ew peyv bi kurdî ne jî dijmînahiya wan tê kirin lê ji ber gotinên wan stranan ne li gorî dilkê sîstema wan in. Ji ber gotinên van stranan pergala wan rexne dike, kêmasî û şaşiyên pegala wan dibêje, lewre tên qedexekirin û êrîş li dijî wan tên kirin.

    Wekî mînak qanaleke wan a televizyonê ya qaşo bi kurdî jî heye lê ji ber di wir de pesnê pergalê didin, pergal çi dixwaze ew li gorî wê diaxivin û tu caran kêmasiyên vê pergalê nabêjin, zext û zordarî li ser wan nayê kirin. Yanî kurdî li wir tenê wekî amûrekî propagandayê ji xwe re bikar tînin. Di vê çarçoveyê de mirov dikare bêje ku gotinên kurdî jî ne qedexe ne lê gotinên ku pergalê rexne bike, rastiya civakê bîne ziman, pirsgirêk û şaştiyên vê pergalê bîne ziman ew gotin qedexe ne.

    Ne tenê axa kurdan, stran û muzîka kurdan jî tê dizîn û talankirin, li dijî vê talanê çi dikeve ser milê hunermendên kurd û navendên çandê?

    Wekî te jî anî ziman ev talankirin berdewam dike û bi hezaran stran wiha hatine talankirin. Ji xwe di salên 90’î de destpêka avakirina Navenda Çanda Mezopotamyayê ku li Stenbolê hate vekirin armanca wê ya sereke ev yek bû ku pêşiya vê talanê bigire û dizî û talana ku tê kirin teşhîr bike. Lewre jî ew armanc peywira hemû navendên çandê û hunermendên kurd e.

    Min hunermend Alî Temel di girtîgehê de nas kiribû. Piştî ku di sala 1988’an de em hatin serbestberdan ji me hatibû xwestin ku em xebatê ji bo vekirina saziyeke çandê bikin. Min û Alî Temel bi wê armancê berê xwe da Stenbolê. Dema me ew yek bi nivîskar û rewşenbîrên kurd re par vekir gelekî kêfa wan hat û gotin em navendeke çandê vekin. Wiha jî Navenda Çanda Mezopotamyayê hate avakirin. Armanca me ya sereke ji avakirina saziyeke wiha ew bû ku em bikaribin pêşiya talankirina muzîk û stranên kurdî bigirin û wê talanê teşhîr bikin.

    Gelek tiştên sosret û bêexlaqî di wî warî de hatine kirin. Strana kurdî tê dizîn û li gorî muzîka wê gotinên tirkî jê re peyda kirine. Lê em di gelek stranan de dibînin ku çawa şopa strana orjînal û gotinên kurdî jî tê de maye. Wekî mînak gotinên strana ‘ez kevok im’ ya gelêrî ya kurdî guhertine lê dîsa jî em dibînin ku gotinên kurdî di nava gotinên wan ê tirkî de mane.

    Di vî warî de gelek xebat hatine kirin û hîna jî tên kirin. Hin mamosteyên muzîkê yên kurd bi hezaran ji van stranên kurdî yên ku hatine talankirin û li kêleka wan stranên orjînal ên kurdî lêkolîn û berhev kirine. Divê hunermend û muzîkjenên kurd ên şareza van mijaran bi lêkolînan berfireh bikin.

    Ez vê jî bêjim hin taybetmendiyên stran û muzîka kurdî hene ku bi herêm û xwezaya deverekê ve girêdayî ne û pergala dengê wan gelekî taybet û cuda ye ku kesek ji welatekî din an jî ji herêmeke din nikare baş bîne ziman. Wekî mînak payizokên herêma Botanê xwedî pergaleke wiha taybetin ku ew pergal li herêm û welatekî nêzîkî Kurdistanê tune ye. Bi gotineke din heke tu hunermendekî/a herî jêhatî yê/ya operayê jî bînî dê nikaribe baş wan payizokan bîne ziman.

    Beriya çend rojan hunermendeke sûrî ya navdar Asala Nasrî strana ‘Ez Kevokim’ gotiye bêyî ku xwediyê stranê were destnîşankirin, tenê navê ciwanekî ku ew stran jê re amade kiriye hatiye nivisandin, tu vê yekê çawa dinirxînî?

    Çawa ku zengîniya sererd û binerdê welatê me bû sedema ku her kes çavên xwe berdê û dest bi talana wan bike wiha jî rengînî û zengîniya muzîk û stranên me bûye sedem ku xelk çavên xwe berdin talankirina wan.

    Pêşî ez bêjim nerazîbûn û bertekên ku li ser medya civakî hatin kirin gelekî rast û di cih de bûn. Kî dibe bila bibe dema ku stranek an jî muzîkek ji kesekî yan jî deverekê were girtin divê çavkanî were destnîşankirin û nivisandin. Nerazîbûnên wiha ji bo pêşîgirtina li vê talanê di cih de ne.

    Wekî din jî heman vê strana ‘Ez kevok im’ bi tirkî jî hatiye gotin û gotinên wê hatine guhertin. Hema em bala xwe bidin strana Kevok im û çawa hatiye dizîn, mirov bi rihetî di[1]kare şopên kurdî tê de bibîne. De ka em bala xwe bidin hevoka ‘lêlim lê yar’ bi tirkî tu wateya wê tune ye.

    (Hele yar yar zalim yar

    Hayın yar kafir yar çapkın yar

    Le le leylim le yar

    Yarin akşam ben sana Mehmanim..yanî ‘mêvanim’) di straneke din jî ya ku hatiye dizîn ne tenê gotineke kurdî lê hevokek wiha hatiye nivisdandin (Derdêm yekbû oldu sedhezar) gelek mînakên diziya wiha aşkera û beloq jî hene.

    Ev tenê mînakeke ji hezarên mînakên bi vî rengî û mijareke ku hewcedarî bi lêkolînên berfireh hene, bi çend gotinan mirov dê nikaribe bîne ziman.

    Peyam û banga te ya ji bo hunermendên kurd çi ye?

    Hinek hunermend hene ku dibêjim em ne alîgirê tu aliyekî ne û cihê xwe di wê ortê de digire wekî kesên ku dibêjin em ne ji dêrê û ne ji mizgeftê ne. Ji bo hunermendan wiha nabe, divê hunermend xwedî helwest be. Nabe ku hunermend li wê navê bimîne divê helwesta xwe diyar bike yan xwe bide aliyê zaliman an jî aliyê mezlûman. Kesên ku tenê ji bo berjewendiyên xwe yên takekesî dixebitin ew nabin hunermend, dikarin bibin sazbend lê ew tu caran nikarin bibin hunermend. Hunermend ne ew kesê ku baş û zîrek li sazê dide, tiştê ku hunermend dibîne kes nabîne. Tiştê ku dibihîze kes nabihîze. Hestên wî/ê di asta herî jor de ne. Inayet Xan hunermendekî sofî yê Hindistanê ye di vê der barê de wiha dibêje: “Kesê ku bi rastî hunermend be, ew dikare dengê tovê ku axê diqelêşe û derdikeve derve, bibihîze.”

    Lewre hunermendî hestiyariyeke pir xurt dixwaze, hunermendî ne ew e ku por û riya xwe dirêj bike yan jî guharekî bixe guhên xwe. Hunermendî ne bi şêweyê cil û bergan e jî. Ne bi dengê xweş û qeşengbûnê ye jî.

    Dem bi dem em dibînin ku hin kes wekî peqpeqokên bi ser avê dikevin ji nişkan ve nav û dengên wan belav dibe û piştî demekê ew strana wan êdî nayê bîra kesekî. Tiştê ku di hiş û bîra gel de dimîne gotin û stranên ku êş û derdên wî vedibêje, stranên ku hest, kêfxweşî, talî û şîraniya jiyana wî ya rasteqîn vedibêje.

    Divê hunermend bikeve nava felsefeya muzîkê, felsefeya gel û çanda xwe. Wê gavê du rê hene. Yek ji biçûkbûnê ber bi mezinbûnê ve û yek ji mezinbûnê ber bi biçûkbûnê ve ye. Divê mirov ji nava felsefe û çanda gel derkeve û wiha ber bi gerdûnê ve biçe.

    Ne ji gerdûnbûnê dest pê bike û vegere nuqteya destpêkê. Dema tu tenê li navdariyê û populîzmê bigerî tu dê bigihê heta cihekî û li wir rawestî. Ew kesên wiha em dem bi dem mînakên wan dibînin, hin kes derdikevin ser youtube berhemeke wan di demeke kurt de bi nav û deng dibe û piştî çend rojan kes nema behsa wê berhemê dike û di cih de vedimire û tê jibîrkirin. Ew stranên wan di hiş û bîra kesekî de namînin, lê berhemin hene ku demeke dirêj di hiş û bîra mirov de dimînin dibin dengê hest û jiyana gel.

    Mirov dikare çend klîpên dawî ku li rojavayê Kurdistanê hatin çêkirin wekî mînaka hunera ku em ê behsa wê bikin, bidin. Em dibînin çawa ew berhemên wan ên ku bi gotinên hêsan û xweş hatine amadekirin, cihê xwe di nava gel de di asta herî jor de digirin û di hiş û dilê gel de dimînin û her dimînin.

    Kesên ku ji xwe re dibêjin em hunermendin divê cihê wan di dîroka gelê wan de hebe, divê ew cihekî ji xwe re veqetînin. Dibe ew cih ji xwe re hildibijêrin yê herî pêş be û dibe ku yê herî paş be, êdî ew li ser hişmendî û nêzîkatiya hunermend bi xwe dimîne. Deriyê saziyên me yên çand û hunerê jî li pêşiya her kesî vekiriye, dikarin bên hunera xwe pêşkêş bikin.

    Çi xebat û projeyên we yên ji bo siberojê hene?

    Bi rastî niha projeya ku herî zêde min bala xwe daye ser çîroka Zembîlfiroş e. Ez dixwazim wê destana Zembîlfiroş wekî muzîkalekê çêbikim, wekî şanoyeke muzîkal. Me lêhûrbûnek der barê wê destanê de kir û me hemû şêwe û varyentên ku stran û çîroka Zembîlfiroş pê hatine gotin, berhev kirin. Derwêşên ku ew stran xwendine heta niha bi çend heb meqaman û çend şêweyan ew stran xwendine jî me berhev kiriye. Yek ji karekterên sereke ên destana Zembîlfiroş Gulxatûn e.

    Ez di wê baweriyê deme ku di demeke nêz de dê destana Zembîlfiroş wekî şanoyeke muzîkal ya gelekî xweş ji gelê me re were amadekirin. Xebatên bi vî rengî pir girîng û hêjayî ne. Lewre heyîn û hebûna me ya neteweyî bi çan

    Celal Ekîn kî ye?

    Rizoyê Xerzî Celal Ekîn di sala 1962’yan de li navçeya Surê ya Amedê hatiye dinyayê. Di ciwaniya xwe de gelek kar û barên cuda kirin. Di sala 1988’an de hatiye girtin û di zindanê de hunermend Alî Temel nas kiriye. Piştî hatin berdan ew û Alî Temel ji bo avakirina komeke muzîkê çûn Stenbolê. Berê li navenda çandê ya Dicle Firatê dixebitî, niha jî wekî mamoste li heman saziyê dixebite lê ji ber bi KHK’ê hatibû girtin dema ku ji nû ve hate vekirin navê wê êdî bûye navenda çandê ya Dicleyê.