25 Îlon 2022, Yekşem
No menu items!
More

    Dîmenên tên dubarekirin

    Nizamettîn Ozturk

    Di van salên dawî de dîmenên xof derdikevin holê. Lê civaka kurd û dostên gelê kurd şaş namînin! Lewre mirovên beriya nifşên îro, di vî welatî yan jî li ser erdnîgariya Rojhilata Navîn dijîn, herî zêdetir şahidên dîmenên wiha bûne.
    Lê nifşên îro, her çiqas şahidên bûyerên sedsala borî nebin jî, ciwanên jîr û jêhatî û taybet jinên ciwan û wêrek bi hişmendiya azad xwe bi rêxistin dikin û dikevin dû heqîqetê. Bûyerên demên borî û yên îro didin berhev; dubarebûna dîmenan dibînin û guherandineke erênî teqez nabînin.
    Tê xuya ku, hê jî gelê kurd netewa pileya (derece) yekemîn nayê dîtin! Çend sal berê generalekî artêşa tirk, ji gelê kurd re gotibû ‘qaşo welatî’. Helbet nêzîkbûna şexsên xwedîşiyan (muktedîr) li hemberê gelan wisa be; kesên ‘netewbûnê ji xwe re heq dibînin’ helwesta wan çawa be, hûn bi hesibînin. Di newroza 2005’an de li bajarê Mêrsînê li dijî kurdan bûyerek wekî provakasyon û bêbextiyek mezin çebibû. Piştre êrîşên mezin hatin ser gel.
    Lê sê-çar sal şûnde kiryarê provakasyonê derket holê. Encama dozê çava bû ne diyar e.
    Ka em li cihekî zêde bilind nebin, lewre di van salên dawî de tiştê ku qewimîn di raya giştî de cih girtiye. Li bajar, gund û zozanên kurda hiqûq û dad li gora demên awarte meşiya ye. Gel, di dema hilbijartinan de li gorî îradeya xwe şareder û parlementeran hildibijêre, lê bêdaraz bi destê wezareta navîn ji peywir hatin girtin û qeyûm hatin avêtin. Gelek parlementerên hilbijêrî destnedayîna wan hat rakirin û gelek ji wan avêtin zindanan. Bi vî awayî vîna gel tune hesibandin. Ji bo vê yekê gelê kurd gelek dil xemgîn û tengezar e.
    Gelê kurd gelemperî endam, hilbijêr û alîgirê Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) e. Lê li ser siyaseta gelê kurd bandor, zext û zor bênavber tê meşandin. Li dijî van zextan gel bi her awayî nerazîbûnên xwe nîşan dide. Her wiha li ser çapemeniya azad û saziyên di çarçoveya zagonî de hatin damezrandin gelek ji wan hatin qedexe kirin û kilît deriye wan xistin e. Bêgûman ev êrîş ne tenê li ser gelê kurd e. Çend roj berê, li Enqerê karmendek jin eslê xwe ji Somaliyê ye, lê ya niha bûye welatiyê Tirkiyeyê, ji xwe re dikanek li vir vekiriye. Di tabeleya xwe ya dikanê ve sê rengê ala Somaliya daleqandiye. Polîsên Enqereyê di ser dikanê de digirin û vê tabelaye bi renge spî boyax dikin. Jina ku xwediyê dikanê derdikeve televîzyonê û digot: “gelo ji ber ku rengê min reşe ewqasî di ser min de hatin?” Min gava ku ev gotin bihîst ez keniyam. Lewre armanc ne ew e. Ango ne rengê wê ye. Hedefa wan ew sê rengê ku di dikana xwe ve kiriye ye.
    Êdî dem dema hilbijartinê ye. Dîsa di televîzyonan de gelê kurd tînin rojevê. Gelê kurd heta tu carî bi van tiştên xapînok neketiye. Bi saziyên demokrat û bi gelen din re helbet têkilî çê dike. Di vê mijarê de beriya çend rojan siyasetmedarê kurd Ahmet Turk li ser pirsgirêka kurd hevpeyvînek kiribû. Ahmet Turk di wî hevpeyvînê de xwestekên gelê kurd parve kiribû.
    Siyasetmedarên kurd ên hêja gelek zêde ne. Bi sekna û xebatên xwe bi heqî, pêşengiya gel bi cih tînin. Hevserokên HDP’ê jî bi vî rengî ne. Pervîn Bûldan jî di 21’ê hezîranê de di civîna koma meclisê de axivî bû û bal kişandibû ser mijarên di rojevê de. Peyamên gelek girîng ji raya giştî re parve kiribû. Peyamên ku hatî dayîn net bûn. Sed sala ku derbas bûyî û sedsala niha em di nav de nirxandibû. Peyamên gelek girîng dabû siyasetmedaran jî. Di peyamên ku dayî de hem desthilatdarî hem jî mûxalefet rexne kiribû.Li gorî van peyaman divê herkes li hemberî gelê kurd bi baldarî tevbigere.

    Naveroka berêBêhn li dagirkeran çikyaye
    Naveroka ya piştî vêSîmirê nê zemanî