25 Îlon 2022, Yekşem
No menu items!
More

    Dengê nemir Aslîka Qadir

    Aslîka Qadir di adara 1945’an de li Êrîvana Ermenistanê, li gundê Elegezê ku navê xwe ji heman çiyayî digire, di nav malbateke kurdên êzidî de ji dayik dibe. Dayika Gevez û hevjînê wê Qadir, navê keça xwe dikin Aslîka. Beriya ku dayika Aslîka ducanî bû malbat li benda zarokeke kur bû. Lê piştî Aslîka ji dayik dibe, xemgîniyek di nav malbatê de çêdibe. Ev xemginî ewqas mezin e ku bandor li hezkirina li dijî zarokê jî dike. Lê tevî van fikr û nêzîkatiyên neyînî jî bi derbasbûna salan re li hemberî Aslîkayê nêrîna neyînî vediguhere hezkirineke mezin û kûr.

    Ev hezkirin bi derbasbûna salan re mezin dibe û belavî li tevahiya Elegezê dibe. Di vê yekê de bandora dengê Aslîkayê mezin dibe. Dema kilam distriya, ne mumkun bû ku derdora wê vala bimîne.
    Piştî ku dibistana navîn û lîsê diqedîne ji bo perwerdehiya zanîngehê bidomîne ji Elegezê koçî Êrîvanê dike. Aslîka li Zanîngeha Êrîvanê dest bi beşa Zimanê Farisî û Ermenî dike. Di salên zanîngehê de Aslîka derfet dibîne ku dengê xwe jî bi perwerdê xweş bike.
    Di wan salan de radyoya Êrîvanê wek navnîşaneke zêrîn di karê muzîkê de xwedî cihekî girîng bû. Ji bo her hunermendan di radyoya Êrîvanê de kilam gotin hedefeke mezin bû.
    Ev radyoyaya ku ewqas girîng û bi bandor bû, piştî ku dengê Aslîkayê dibihîze, wê vedixwîne kar û xebatên xwe. Aslîka bi kelecaneke mezin vê vexwendinê qebûl dike û di sala 1964’an de cara yekem di radyoya Êrîvanê de bi kilamekê dengê xwe radigihîne hezaran. Ew kilam jî kilama “Welatê Me Kurdistan e” bû. Ev kilama ku Aslîka bi hesreteke mezin ji bo welatê xwe anîbû ziman, dibe sedem ku dengê Aslîkayê bibe xwediyê nav û deng.

    Di wan salan de Aslîka ciwaneke 19 salî bû. Edî dengê xwe bi her kesî dabû nasîn. Lê derd û kulê wê ne tenê xweşbûna deng bû. Di heman demê de bi pirsgirêkên civakî re jî eleqeder dibû, geşadenên li Rojhilata Navîn û cîhanê ji nêz ve dişopand. Tiştên ku ji radyoyê hîn dibû, li zanîngehê bi hevalên xwe re dikir mijara nîqaşê. Yek ji wan hevalên wê jî, Levon Ter-Petrosyan ê ermenî bû. Hêjayî gotinê ye ku Levon ê ku Aslîkayê hertim bi wî re mijarên siyasî nîqaş dikir, piştî Yekitiya Sovyetê di sala 1991’ê de hilweşiya, Ermenistanê xweseriya xwe îlan kir, bû serokomarê yekem ê Ermenistanê.
    Aslîka Qadir, di radyoya Êrîvanê de di warê muzîkê de pêşketineke mezin pêk tîne. Di demên li radyoyê de firsend dibîne ku dengbêj û hunermendên navdar ên wekî Sûsika Simo, Fatma Îsa, Aram Dîgran, Egîdê Cimo û Wezîrê Eşo nas bike. Di nav van navan de helbestvanê navdar Fêrîkê Ûsiv û Mîkayêlê Reşîd jî hebûn. Aslîka ji huner û pisporiya tevî van navan sûd digire û bi dengê xwe yê delal şêwazeke resen ji xwe re diafirîne.
    Bêguman li aliyekî li radyoyê xwe pêş dixe û dengê xwe radigihîne hezaran, li aliyê din dema ku derfet dibîne, li gund û bajaran bi gel re tê gel hev, bi kilamên ku tîne ziman êş û jan, xemgînî û şadiya gel parve dike.

    Koçeberiya ber bi Ewropayê ve

    Ev salên li herêma Êrîvanê bi têr û tije derbas dibin heta demên têkçûna Sovyetê berdewam dike. Bi têkçûna Sovyetê re li Ermenistanê pêkanînên feraseta nijadperest zêde dibin û civak dikeve bin bandora êrîş û zextan. Aslîka Qadir jî ji ber nasnameya xwe ya êzidî û kurd dibe hedefa van zextan. Li ser zêdebûna pêkanînên nijadperest Aslîka neçar dimîne ku Ermenistanê biterikîne. Piştî hilweşîna Yekitiya Sovyetê Aslîka Qadir bi zarokên xwe re berê xwe dide Ewropayê û di 1995’an de li Almanyayê bi cih dibe.
    Tevî vê jiyana zordar û van astengiyan, Aslîka Qadir biryar dide ku ew jiyana hunerî berdewam bike. Bi vê yekê êdî bi xurtî hest û ramanên xwe digihîne gelê xwe. Aslîka Qadir li kêleka hunermend û dengbêjên kurd doza gel û miletê xwe bi awayê rast û dirust nîşan dide.

    Ji hunerê zêdetir, Aslîka Qadir rewşenbîr û çalakvaneke zîrek û jêhatî ye. Bawernameya bilind ji Zanîngeha Ermenistanê wergirtiye û di heman zanîngehê de bûye mamosteya zimanê ermenî û farisî. Bêhtir ji bîst û pênc salan xebata di hundirê zanîngehê de domandiye. Ji ber xebat û çalakiyên wê yên siyasî, ew di serdema Yekitiya Sovyetê de dibe endama Parlemantoya Ermenistanê.
    Baxê hunera wê hemû rengên stranan xemilandiye; wekî stranên: Neteweyî, niştimanî, evînî û gelêrî. Hetanî niha jî ji kaniya folklor û çanda kurdî vedixwe û bi dengê xwe yê zîz û xurt damar û hestan av dide.

    Aslîka dixwaze bi dengê xwe û di qada hunerê de ji bilî nasandina doza gelê xwe, doza jinan jî diyar bike û binpêkirinên civakî yên der heqê wê de bi zelalî aşkera bike. Ji ber ku wê jî gelek zor û astengî di jiyana xwe de kêşane, lew dixwaze ku jiyaneke aram û miştî evîn ji bo her jinekê peyda bibe.
    Em temeneke dirêj ji hunermenda xwe re dixwazin, her wiha serkeftin û bipêşveçûnê di hemû aliyên jiyanê de jê re hêvî dikin. Helbet ew ê her û her di rêza hunermendên navdar û nemir de bimîne.

    Naveroka berêWateya ‘ozan û hozan’
    Naveroka ya piştî vêStran û awazên Newrozê