27 Mijdar, Yekşem - 2022
No menu items!
More

    Civîna Tehranê û şoreşa Rojava

    19’ê tîrmeha 2022’yan bêguman ji gelek aliyan ve girîng bû. Du tişt derketin pêş. Ya yekemîn civîna li Tehranê bû, ya duyemîn jî daxuyaniya fermandarê HSD’ê Mazlûm Abdî bû û peyamên ji Rojava bûn. Li Tehranê di navbera serokomarê Îranê Reîsî, serokomarê Tirkiyeyê Erdogan û Serokê Federasyona Rusyayê Putîn de di çarçoveya hevdîtinên Soçiyê de civîn pêk hat. Piştî civîna li Tehranê encamnameyek hate weşandin. Encamname ji 16 xalan pêk dihat û hemû jî li ser rewşa Sûriyeyê bûn. Di nav mijarên sereke de her çiqasî nehatibe binavkirin jî Şoreşa Rojava hebû. Xuyaye Şoreşa Rojava ji her sê dewletan re bûye kul û derd.

    Berî civîn destpê bike fermandarê HSD’ê di peyama ku ji bo deh saliya Şoreşa Rojava de da û wiha got: “Di 19’ê Tîrmehê de gelê me rêgezên jiyaneke nû û azad hilbijart û di oxira parastin û mezinkirina wê de bi can û jiyana xwe fedakariyeke bêhempa raber kir. Di 10’emîn salvegera şoreşê de em hemû pakrewanên ku tevî astengî û dijminan ev roj bi saya wan hate mezinkirin bi bîr tînin û berxwedana gelê xwe silav dikin. Parastina deskeftiyên şoreşê û mezinkirina tecrubeya demokratîk erka me ye, em ê vê rojê bikin starta pêngaveke nû.” Bi daxuyaniyeke kurt gelek peyam dan. Civîna li Tehranê bi gelek daxuyaniyan zêde tiştek aşkera nekir lê fermandarê HSD’ê bi daxuyaniyeke kurt armanc û sekna şoreşê raxist ber çavan.

    Demeke dirêj bû çavê hemû derdoran li civîna ku li Tehranê di navbera Erdogan, Reîsî û Putîn de hate lidarxistin bû. Civîn di heman demê de rastî salvegera Şoreşa Rojava dihat. Ji ber ku mijara civînê Sûriyeyê bû, diyar bû ku ev dîrok pir bi zanebûn hatibû hilbijartin. Di demeke ku şoreş roj bi roj şaxên xwe vedide de dixwazin polîtîkaya têkbirin û tunekirinê bixin meriyetê.

    Tirkiye dixwaze dawî li hemû deskeftiyên şoreşê bîne. Ji destê wê were dê hemû kurdan qir bike. Lê êdî wekî berê bi rihetî nikare tev bigere. Hem konjoktura siyasî ya cîhanê diguhere hem di şerê li Zapê de xitimiye û hem jî rewşa aborî her roj zêdetir xera dibe. Ji ber rewşa jeo-stratejîk hêzên navneteweyî Tirkiyeyê wekî navbeynkar bi kar tînin. Tirkiye jî niha ji vê rola xwe razî ye. Li hemberî razîbûna vê mîsyonê dixwaze ku riya dagirkirina Rojava jê re were vekirin. Di rastiyê de çavê Tirkiyeyê nabire ku bi yek carê operasyona dagirkirinê bide destpêkirin. Hêzên navneteweyî jî rasterast jê re nabêjin tu serbest î. Vê carê Tirkiye vê mijarê wekî benîşt hema di devê xwe de dibe û tîne. Erdogan diçe ku derê gefê li kurdan dixwe. Ew jî dizane rewşa kurdan ne wekî berê ye.

    Rûsya bi şerê Ukrayna re kete merhaleyeke nû. Ji pergala siyasî û aborî ya cîhanê hate dûrxistin. Niha hewl dide ku bi tifaqên xwe re vê rewşê ji nû ve binirxîne û çareseriyekê jê re bibîne. Lewma pozîsyona Tirkiyeyê jê re girîng e. Di rewşeke ku NATO’yê wê wekî ‘taluka herî mezin’ pênase kir de, misyona navbeynkariya Tirkiyeyê jê re baş e. Tirkiye endamê NATO’yê ye. Her çiqasî Tirkiye ji bo berjewendiyên xwe helwesteke tund li hemberî Rûsyayê dananîbe jî têkilî wekî berê nameşin. Ev rewş di danûstaninên dawî de jî xuya dike. Rûsya ji hemû xwestekên wê re êdî nabêje erê. Biqasî Tirkiye ji bo Rûsyayê girîng e di heman demê de Sûriye û Îran jî ewqas girîng in. Lewma zû bi zû Rûsya, Sûriyeyê bi Tirkiyê naguhere.

    Îran xeleka ku li dora wê tê rêstin baş dibîne. Lewma ew jî stratejiya xwe li gorî wê dimeşîne. Hewldana Tirkiye û PDK’ê ya ji bo Serokomariya Iraqê dît. Rê neda vê yekê. Hem berteka siyasî nîşan da hem jî bi êrîşên ser baregehên leşkerî yên Tirkiyeyê û îstîxbarata Îsraîlê re bersiva çekdarî jî da. Piştî van bertekan tifaqa ku li hemberî alîgirên Îranê hatibû avakirin hilweşiya. Di demên nêz de dê carek din hilbijartinên serokomariyê werin lidarxistin. Wisa dixuye ku Îran hem dê hikûmeteke nêzî xwe bide avakirin hem jî serokomarekî li gorî xwe bide hilbijartin. Sûriye di vir de xaleke girîng e. Îran dixwaze bi ser Iraq û Sûriyeyê re xeta şîa ava bike. Lewma daxwaza Sûriyeyê ji bo Îranê ji ya Tirkiyeyê girîngtir e. Heke Esad lewaz bibe di heman demê de Îran jî lewaz dibe.

    Wekî xuyaye sê dewlet, sê serok û sê stratejî hene. Îcar di civîna li Tehranê de dixwestin van polîtîka û armancên cuda bikin yek. Lê dema mirov li encamnameyê dinêre dibîne ku nikarin bibin yek. Belê, xwestekên her sê dewletan di encamnameyê de hatine rêzkirin. Berî civînê her sê serokan bi hev re wêneyê yekitiyê jî dan. Lê encamname dide nîşandan ku ev tenê ‘nîşandana wêneyekî li hemberî gera Biden a li Rojhilata Navîn’ e. Dixwazin ji Biden re bêjin ku li hemberî polîtîkaya te em bi hev re ne. Ev wêne ji bilî Tirkiyeyê bi kêrî Rûsya û Îranê tê. Ew jî baş bi kar tînin. Ji bo bêjin em û Tirkiye bi hev re ne, xwestekên Tirkiyeyê di encamnameyê de rêz kirine (xwestek ne bi şênberî, bi giştî hatine nivîsandin). Lê ji encamnameyê diyar e ku serê wan ne zelal e.

    Di cihekî de dibêjin em li hemberî êrîşên ji derveyî sînor in, di cihekî de dibêjin em li hemberî rêxistinên terorîst in, di cihekî de dibêjin em li hemberî hewldanên parçekirina Sûriyeyê ne, cihekî din dibêjin divê pirsgirêk bi diyalogê werin çareserkirin. Tirkiye gefê li kurdan dixwe, Îran gefê li Îsraîl dixwe, Rûsya peyama dide Amerîkayê. Bi kurtasî her yekî daxwaza xwe bi giştî aniye ziman lê bi şênberî dê çibe ne diyar e. Civîn û encamname wekî tirşikeke ku fringî, balîcan, îsot û pîvaz ji hev cuda bisekinin xuya dike.

    Wekî din jî di hevdîtinan de dîmenên balkêş derketin holê. Hamaney, Erdogan li hemberî xwe li kêleka Reîsî da rûniştandin. Erdogan, Putîn bi qasî deqeyekê li ser lingan li hemberî kamerayan da sekinandin. Dema Erdogan daxuyanî dida, li pişt Erdogan, Hakan Fîdan li telefona Fexredîn Altun dinihêrî, Hulusî Akar bi yê kêleka xwe re xeber dida. Piştî ku her sê serokan bi hev re destê xwe bilind kirin, Erdogan wekî gêjan li derdora xwe dinêrî, Reîsî li benda wî ma heya ku meşî. Hema ji her aliyî ve civîneke belav û bêcîdiyet dixuya.

    Di roja 19’ê Tîrmehê de ku li Tehranê civîn dihate lidarxistin li Rojava şoreş dihate pîrozkirin. Li hemberî tevlîhevî û bêcidiyeta civîna li Tehranê peyama Rojava pir xurt û micid bû. Hiş zelal bûn. Di daxuyaniyên hatin dayîn de ev peyam derkete pêş: em li vir in, me ji bo şoreşê bedel da, sibê ji bo parastina şoreşê çi pêwîst be em ê dîsa bikin. Jixwe hevoka dawî ya peyama fermandarê HSD’ê her tişt vedigot: “Parastina deskeftiyên şoreşê û mezinkirina tecrubeya demokratîk erka me ye, em ê vê rojê bikin starta pêngaveke nû.”

    Her wiha hevseroka Meclisa Malbatên Şehîdan a Kantona Kobanê Ayşe Efendî bi biryardarî xwedî li şoreşê  derket û wiha got: “Me bi derziyê çal(bîr) kola. Wekî dayikan her yekî ji me qurtek ji xwîna zarokê xwe vexwar. Ji ber vê yekê gelê şoreşger her tim li ser lingan e. Her roj soz dide ku dê bi paş ve gav neavêje.”