25 Îlon 2022, Yekşem
No menu items!
More

    Çareserî bi şikandina tecrîdê pêkan e

    Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan ji 1999’an ve li Girtîgeha Ewlehiya Bilind a Îmraliyê tê girtin. Herî dawî di 25’ê adara 2021’ê de birayê Ocalan Mehmet Ocalan li Edliyeya Rihayê bi telefonê pê re 4-5 deqeyan axivî. Di axaftina xwe ya dawî de Ocalan bertek nîşanî vê rêbaza hevdîtinê dabû û telefon hatibû qûtkirin. Dewleta tirk ji ber ku ji fikr û ramanên Ocalan ditirse tecrîda li Îmraliyê bi giranî dimeşîne. Her dema ku Ocalan diaxive ji bo pirsgirêka kurd peyamên çareseriya demokratîk dide. Dewleta tirk jî ji bo ku Ocalan van peyaman nede raya giştî deriyên Îmraliyê girtî dihêle.

    Têkildarî van mijaran Endamê Lijneya Rêvebirina Navendî (MYK) û Parlementerê Rihayê yê HDP’ê Omer Ocalan pirsên me bersivandin.

    Ji 25’ê adara 2021’ê ve ji Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan agahî nayê girtin. Dewleta tirk bi tecrîdê çi armanc dike?

    Di 25’ê adara 2021’ê herî dawî bi Rêberê gelê kurd Abdullah Ocalan re hevdîtin hatibû çêkirin. Ev hevdîtin gelekî balkêş e. Ji hevdîtinê zêdetir birêz Ocalan bertek nîşan dide. Dema ku ev hevdîtin pêk hatî ez jî li dadgeha Rihayê bûm. Bavê min hevdîtin bi birêz Ocalan re kiribû. Parêzer jî amade bûn. Sekn û berteka birêz Ocalan a di vê hevdîtinê de gelekî bi wate ye. Digot ev rê û rêbaz ne raste. Her wiha “hewceyî pê heye parêzerên min werin hevdîtina min, ev mijar hiqûqî ye, ev nêzikatiyek erzan û xetere ye” digot. Bi vî rengî 4-5 deqeyan hevdîtin hat kirin û piştre telefon qût kirin. Me pirs kir çima telefon hatiye sekinandin. Berpirsiyar ji me re got hevdîtin ewqas e.

    Birêz Ocalan ji rêbaza axaftina telefonê aciz bûbû. Her wiha ne raste ku em bêjin li vir hevdîtin jî çêbûye. Navê wê ne hevdîtine. Konseptek berfireh li dijî birêz Ocalan pêk tînin. 7 sal in siyasetek taybet dimeşînin. Ji 1999’an ve tecrîdek giran li ser birêz Ocalan tê meşandin.

    Ji 2011’an ve çûyîna parêzeran a girava Îmraliyê tê astengkirin. Ji bo vê rewşa bêhiqûqî hêzên navneteweyî pêşiya dewleta tirk vedikin. Gelek mijarên bi vî rengî giran hene. Nelson Mandela mînakeke. Lê Mandela di nava şert û mercên herî giran de jî bi parêzer û malbata xwe re hevdîtin dikirin. Lê li Tirkiyeyê li dijî birêz Ocalan polîtîkayên taybet dimeşînin. Tecrîdek bêhiqûqî tê meşandin.

    Ji bo ku birêz Ocalan were jibîrkirin dewleta tirk tecrîdê dijwar dike. Naxwaze dengê wî derbikeve. Dixwazin tevgera azadiyê û siyaseta kurdan tasfiye bike. Planên dewletê kûr in. Berê digotin, “Ji Apo re na, ji PKK’ê re erê” û îro jî “ Ji Apo û tevgera wî re na, ji hinek rêberên sexte û lîberalîzmê re erê” dibêjin. Yanî dibêjin heke em birêz Ocalan û tevgera azadiyê tasfiye bikin dê bikarin siyasetmedaran jî bi rihetî bifetisînin. Pêwîst e ku siyaseta demokratîk di vê ferqê de be. Ev meseleyek cidî ye. Divê nêzikatiyek dildarî hebe. Dewleta tirk dixwaze bi destê AKP-MHP’ê hêz û manewiyata herî xurt û bingeha tevgera azadiyê vala derbixîne û şûna wê tiştên din çêbike.

    Ji bo hevdîtinê bi dehan serlêdanên we çêbûn. Lê ji bo malbatê jî hevdîtin tên astengkirin. Dewlet çima nahêle bi Ocalan re hevdîtin çêbin?

    Dewleta tirk ne tenê hevdîtina parêzeran her wiha hevdîtina malbatê jî asteng dike. Divê neyê jibîrkirin ku birêz Ocalan kesayetek polîtîk e û Rêberê Gelê Kurd e. Xwedî mîsyoneke mezin e. Di hevdîtina herî biçûk de jî birêz Ocalan fikr û ramanên xwe tîne ziman. Dewlet jî vê rastiyê dizane. Ji ber wê jî nahêlin birêz Ocalan nêrînên xwe ji raya giştî re parve bike.

    Tê zanîn di navbera 2013-2015’an de HDP’ê û heyetên siyasî bi birêz Ocalan re hevdîtin dikirin. Heta 2013’an malbat diçûn hevdîtinê lê ji wir û şûnde êdî nehiştin malbat biçin hevdîtinê. Em vê meselê tenê wekî meseleya malbatî nabînin. Ji vê mezintir e ev mesele. Em wek malbatî her hefte serlêdanan dikin ji bo hevdîtinê. Ez jî hefteyê du caran serî li Wezareta Dadê didim. Tu bersivan nadin me. Bi vî rengî tecrîdek gelek giran didin meşandin û dewleta tirk bi dek û dolaban dixwaze birêz Ocalan bide jibîrkirin. Ji malbatê re, ji qada siyasî û parêzeran re jî dibêjin êdî ji bîr bikin.

    Tecrîda li ser birêz Ocalan bi pirsgirêka kurd û ya Rojhila Navîn ve girêdayî ye. Paradîgmaya birêz Ocalan li hemû Rojhilata Navîn belav dibe. Her wiha ji bo cîhanê jî mînak e. Ji ber ku deweleta tirk vê rastiyê dizane ji fikr û ramanên birêz Ocalan ditirsin. Ji ber wê êrîşan li rojava dike. Hemû dîplamasiya xwe ji bo têkbirina rojava dikin. Ji ber ku paradîgmaya birêz Ocalan li wir dikeve di nava jiyanê de. Ji ber ku ev rastî tên zanîn nahêlin ku birêz Ocalan bi malbata xwe re hevdîtinê bike. Hemû mafên wî tên bin pê kirin. Ev rewş êdî hiqûq jî derbas kiriye. Dewleta tirk li girava Îmraliyê hiqûq rakiriye. Tê zanîn 28 raperînên kurdan tasfiye kirin lê di raperîna 29’emîn de birêz Ocalan kurdan ber bi azadiyê ve anî, ji bo wê jî dixwazin ji birêz Ocalan toleke mezin hildin. Divê baş bê zanîn ku serkeftin, destkeftî û statuya kurdan bi şikandina girava Îmraliyê ve girêdayî ye.

    Her dema tecrîda li Îmraliyê giran dibe, krîzên siyasî, aborî û civakî jî zêde dibin. Her wiha şer û pevçûn gur dibin. Li dijî tecrîdê di nava civakê de pêwîste çi bê kirin?

    Tecrîda li Îmraliyê îro li her derê belav bûye. Taybetî jî li zindanan. Êrîşên li ser siyaseta demokratîk jî zêde dibin. Girankirina tecrîdê herî zêde li ser aboriyê bandor dike. Dema şer giran dibe û çek, cebilxane û balafir bên bikar anîn aborî li ser piyan nikare bimîne. Budçeya dewletê sedî 20 ji şer re tê veqetandin. Ev şer jî li dijî kurdan tê kirin. Dema li welatekî aramî tune be îstîkrar jî tune ye. Dema îstîkrar jî tune be aborî jî tune ye. Ji ber van sedeman li Tirkiyeyê hilweşandina aboriyê tê jiyîn.

    Di nava her qadên jiyanê de krîza ku tê jiyîn bandora xwe dike. Civak êdî di ferqa vê rewşê de ye. Tevî van rastiyan jî dewleta tirk hîna jî bi rêbazên sedsala 20’emîn dixwaze gelê kurd bi şer tasfiye bike. Ne tenê kurdên li bakur, dixwaze kurdên çar parçeyên Kurdistanê di qirkirina fizîkî û çandî re derbas bike. Heta du hefte berê li Zaxoyê di êrîşa hewayî de 9 sîvîl qetilkirin. Ji bêçaretiya xwe dewleta tirk vî şerî dide meşandin. Lewre êdî têkçûnek heye û ji bona wê li dijî kurdan şer dijwartir dike.

    Dewleta tirk heke di tasfiyekirin, înkarkirin û bişavtinkirina kurdan de israr bike dê winda bike. Divê kesên rewşenbîr, rojnameger, demokrat û rûspiyên civakê li dijî vî şerî dengê xwe derbixînin. Divê bêjin ku ev şer ji aliyê îslamî de guneh e. Divê bêjin ku ji aliyê demokrasiyê de mafên mirovan tên bin pê kirin û her wiha ji aliyê însanî de divê xwîna însanan neyê rijandin. Divê her kes ji aliyê xwe de milê xwe têxe bin bar.

    HDP, li dijî şerê ku dewleta tirk dide meşandin disekine. HDP ji bona ku şer bê rawestandin mîtîngan li dar dixe û di nava hemû civakê de xebatên xwe dide meşandin. Ev şer li her zindiyî bandorê dike. Li ser xwezaya Kurdistanê jî dijminatiyekê dikin. Dar û daristanan dişewitînin. Em di demek dijwar re derbas dibin. Ji bo ku ev tecrîd bê şikandin ji destê kî çi tê hewceye bike. Divê civaka Tirkiyeyê jî bizane ku hemû krîzên li welat tên jiyîn bi tecrîda li ser birêz Ocalan ve girêdayî ye. Ji bona wê jî demildest divê ev tecrîd bê şikandin.

    Her ku dewlet di pirsgirêka kurd de bêçaretiyê ferz dike, li dijî vê jî Abdullah Ocalan çareseriya demokratîk bi pêş dixe. Der barê vê mijarê de tu dikarî çi bibêjî?

    Dewleta tirk sed sal in ji bo pirsgirêka kurd çareser nebe israr dike. Bêçareseriyê jî bi tecrîda birêz Ocalan re girêdide. Dema pêşiya siyaseta kurdan digire tecrîdê giran dike. Dema ku pêşiya aştiyê digire girava Îmraliyê ferz dike. Di 30’ê cotmeha 2014’an de di civîna Lijneya Ewlehiya Tirk (MGK) de biryar hatibû girtin ku gelê kurd bi modela Srî Lankayê bê tasfiyekirin. Ji siyasetê re tasfiyekirin û ji tevgera azadiyê re jî îmhakirin danîbûn li pêşiya xwe. Bi vî rengî şerekî bêpîvan dabûn destpêkirin. Li aliyekî şerê fizîkî dide meşandin û li aliyê din jî li ser HDP’ê şerê derûnî û taybet dide meşandin.

    Dewleta tirk bi ferzkirina tecrîdê û ji holêrakirina pêvajoya çareseriya demokratîk modela Srî Lankayê xist dewrê. Ji bo vê pêvajoyê di aliyê me de jî amadekarî nehatibûn kirin. Tedbîrên me tunebûn. Heke amadekarî û tedbîrên me hebûna dewleta tirk, ji hêla şerê taybet de wê ewqas ser kurdan de nekaribiya bihata. 7 sal in bi hemû êrîşên dijwar li dijî kurdan şer dikin. Dixwazin hemû destkeftiyên kurdan tune bikin. Lê divê baş bê zanîn ku modela ku dewleta tirk ji xwe re esas girt li Srî Lankayê îflas kir. Ji ber krîzên siyasî, civakî û taybetî jî aborî dewleta Srî Lankayê îflas kir. Tişta ku dewleta tirk ji bîr dike ew e ku ev der ne Srî Lankaya. Ji ber wê jî bi modela Srî Lankayê nikarin gelê kurd tasfiye bikin.

    Dewleta tirk tevî ku tecrîda fizîkî ya li ser birêz Ocalan dixwaze fikr û ramanên birêz Ocalan jî tecrîd bike. Di hemû bernamayên me de dema ku gel ji bo birêz Ocalan dirûşmeyan diavêjin asteng dikin û nahêlin ku gel ji bo birêz Ocalan deng derbixin. Naxwazin kes behsa birêz Ocalan bike. Bi vî rengî tecrîdê li ser fikr û ramanên birêz Ocalan jî dimeşînin. Vê nêzîkatiyê jî bi zanetî dikin. Lewre fikrên birêz Ocalan di nava civakê de bi bandor in.

    Ji bo çareserkirina pirsgirêka kurd 50’î sal in bingehek hatiye amadekirin. Heta demekê di nava çapemeniya wan bixwe de jî behsa rol û mîsyona birêz Ocalan a çareseriya demokratîk dihat kirin lê niha tecrîdê lê ferz dikin. Bi tu awayî behsa birêz Ocalan nayê kirin, lewre şerê psîkolojîk didin meşandin. Heta niha bi gelek amûran ev şer didan meşandin lê êdî hatin dawiya wê. Nekarîn pêşiya fikrên birêz Ocalan bigirin. Nekarîn gelê kurd tasfiye bikin. Lê berxwedana gelê kurd ew ber bi hilweşandinê ve anîn.

    Di 6 û 7’ê tebaxê de li Amed û Stenbolê bi şîara “Çareserî Em in” HDP’ê du mîtîngên navendî lidarxistin. Peyamên şikandina tecrîdê jî hatin dayîn. Herî dawî der barê mîtîngan de tu dikarî çi bêjî?

    Kesên ku digotin êdî HDP nemaye di van mîtîngan de hêza HDP’ê dîtin. Gelê me bi tevlîbûna xwe ya mîtîngê hem xwedî li serokê xwe hem jî xwedî li partiya xwe derketin. HDP ji birêz Ocalan ne cudatir e. Di bingeha afirandina HDP’ê de fikr û ramanên birêz Ocalan hene. Tişta ku di hilbijartinên 2015’an de darbe li desthilata AKP’ê xistî fikrên birêz Ocalan bûn. Di van mîtîngan de careke din darbe li AKP’ê hat xistin. Lewre gel bi dirûşmeyên “Bê Serok Jiyan Nabe!” li birêz Ocalan xwedî derketin.

    Ne tenê di van mîtîngan de divê di her qadên jiyanê de ji bo birêz Ocalan xwedî derketinek hebe. Êdî em rojên zor û zehmet li pey xwe dihêlin. Ji ber ku desthilat hildiweşe. Ji xwe re xeyalên têkçûna kurdan dikirin lê ew bixwe têk çûn. Di sedsaliya komarê de dixwestin kurdan ji derveyî siyasetê bihêlin lê ev xeyalên wan pêk nehat. Lewre êdî gelê kurd ber bi statuyek demokratîk ve diçe.

    Omer Ocalan kî ye?

    Di sala 1987’an de li gundê Amarayê yê navçeya Xelfetiyê hatiye dinê. Li zaningeha Enqereyê beşa Rojnamegeriyê xwendiye. Di navbera salên 2014-2016’an de hevserokatiya rêxistina navenda bajarê Mêrdînê kiriye. Di nîsana 2016’an de ji ber kar û xebatên xwe yên siyasî hat girtin. Piştî du mehan ji girtîgehê derket. Di hilbijartinên giştî yên di 2018’an de li Rihayê wekî parlamenterê HDP’ê hat hilbijartin. Heta niha jî vê peywira xwe berdewam dike.