26 Mijdar, Şemî - 2022
No menu items!
More

    Bedena jinan û kurtaj

    Jin û jiyan bingeha hemû meseleyên civakî ne, jixwe di kurdî de jin û jiyan di heman wateyê de ne. Bi awayekî zanistî jî hatiye îspatkirin ku enerjiya ruh û bedena jinan li gor candarên din bêtir herikbartir e, xwezayeke zindî û cindî ye. Ev xwezaya zindî hertim nûbûyînê diafirîne û xwe nû dike. Ji ber vê yekê jî hertim zihniyeta erkî weke erd û ezmanan dagir bike, her dixwaze ruh û bedena jinan jî dagir bike, li gor xwe kontrol bike. Ji bo berdewamiya zihniyet û binemala xwe domdar bike yan cinsa ku naxwaze dikuje ( weke nexwestina keçan) yan jî biçûk dibîne û dixe.

    Îro bedena me çiqasî ya me ye, çiqasî mafê me li ser bedena me heye û em çiqasî bedena xwe nas dikin? Ji demên kevnar heta roja me ya “modern” zihniyeta erkî bi kapîtalîstbûyîna xwe, di bin navê olan de berjewendiyên xwe yên cinsî bedena jinan ji bo xwe bi her awayî kirine mijara bazarê. Ev zihniyet jinan weke meta pêşkêş dike û dide pêşandin. Yanî bedena jinan di civakên baviksalar de ji hêla zihniyeta “namûsperest”, di civakên modern de jî ji hêla kapîtalîzmê ve tê mêtin.

    Ji ber van sedeman jin ji bedena xwe fedî dike û vedişêre. Gelek jin di pirsgirêkên xwe yên jinekolojîk de fedî dikin ku biçin cem bijîşkekekê/î. Fedî dikin ku derdê xwe bibêjin yan jî mûayene bibin, ji ber vê fedîbûnê tedawiyên kêm an jî yên xelet tên kirin. Ji bilî regila xwe ya periyodîk ku xwezayî ye, pêşiyê li afirîneriyê û li nûbûyînê vedike fedî dike. Nikare li her derê behsa vê bike yan jî nikare nexweşiya xwe ya nêma îdrarê û vajînal fungus a xwe bibêje.

    Ez dikarim nexweşiya pençeşêrê ya devê malzarokê mînak bidim. Ev nexweşî bi jinên ku ne ‘bakîrene’ re derdikeve. Berî pençeşêrê; vîrusa HPV( Human papillorna vîrus) piranî bi kesan re derdikeve û bi testa smearê teşhîs dibe. Ji bo pêşîlêgirtina vê nexweşîyê 2 parza hene, lê dewlet parzayan li ser sigûrtayê nade nexweşan û pir buha ne. Her kes nikare bikire, ev li aliyekî. Min got ev nexweşî bi kesên ku ne ‘bakîre’ ne re derdikeve, ji ber vê yekê jinên ku ne ‘zewicandî’ heke bi vê nexweşiyê bikevin, pirî caran nikarin vê rewşa kambax bi derdora xwe re jî parve bikin. Mînakên wiha di civaka me de hene û zêde ne jî.
    Yek ji mijara mafê li ser bedena jinan jî kurtaj e. Li Ewropa, Avûstralya û bakurê Amerîkayê tu qedexe li ser vî mafî tune. Li Tirkiyeyê mîmarê 12’ê îlonê Kenan Evren ev maf misoger kiriye. Îcar wexta faşîstekî qanûneke wiha derxistibe, gelek pirsnîşan di serê mirovan de çêdibin. Gelo armanca wî çi bû ku ev qanûn çêkir? Bêguman ev bi tena serê xwe mijareke girîng e. Lê divê em li ser meseleyê bimînin.

    Li hin welatan bêyî sedemên sînordar, li gora daxwaza dayikê dikarin cenînê bigirin. Li hin welatan heke tenduristiya dayik û fetusê di xetereyê de be yan jî jin di encama tecawiz û têkîliyeke ensest de bi hemil mabe, kurtaj tê kirin. Ev dewlet jî dewletên wek Erebistana Siûdî, Îsraîl, Arjantîn û Taylandê ne. Li cîhanê welatên ku kurtaj lê legal e 73’ê ne.
    Li Tirkiyeyê bi qanûna 2827’an Plankirina Nifûsê û bi avakirina Komara Tirkiyeyê sînordarkirina li ser kurtajê hatiye rakirin. Heta 10 heftiyan dikarin cenînê bigirin. Li gor ku ev kiryar qanûnî û legal e jî Tirkiye bi sedem û prosedurên curbicur astengiyan ji bo vê yekê derdixe, heke ne zewicandîbe ji bavê destûrnameyê dixwazin.

    Ev kar bi awayekî bêtenduristî, bêewlehî û bêhîjyenîk tê kirin. Vî karî bi dizî û bi awayekî paşperdeyî didin kirin. Li gor îstatîstîkên cîhanî di sala 2014’an de 44000 jin ji ber kurtaja bêtendûristî û bêewlehî canê xwe ji dest dane. Hin dewlet li gor berjewendiyên xwe yanî ji bo zêdebûna nifûsê vê yekê qedexe dikin, hin jê jî jinan dixin bin hegemoniyaya olê û qedexe dikin. Li hin deveran jî ji hevserê jinê destûrname tê xwestin. Jin nikare li ser bedena xwe, li ser tişta ku yekem wê eleqedar dike biryarê bigire û fikra xwe bibêje. Biryara vê yekê jî mêr-bav-dewlet digire. Lê ev ji berî her kesî jiyan, tenduristî û derûniya jinê û ya zaroka ne ku bi daxwaza jinê hatiye dinyayê eleqedar dike.

    Naveroka berê
    Naveroka ya piştî vê