1 Kanûn, Pêncşem - 2022
No menu items!
More

    Hunermendê ku bû dengê serhildanê: Hemîdo

    Tu lêxe tembûra xwe, heta neynûk bavêje.
    Ma ne ew e ku ji xwe wê bikişînin wan neynûkan.
    Wê tembûrê ji destê te bigrin, parçe parçe bikin.
    Lê tu bêje dîsa stranên xwe, heta ku gewrî li te dibe volkan.
    Û bila zalim û xêrnexwaz bibihîsin vê awazê, bila guhê wan biteqe ji vê zirme zirmê.
    Da ku zanibin tu kî yî, da ku zanibin ev qêrîn ranaweste…
    ***

    Dema mirov çîroka lehengek an jî navdarekî dinivîse car caran mirov ji bo dîtina hin peyvan tengav dibe. Ji ber ku hin kes hene mirov nikare wan bi peyvan bîne ziman. Pêwîste mirov wî bijî, mirov wî nas bike, wî hîs bike…
    Hozan Hemîdo jî yek ji van kesayeta ye ku pêdivî heye ku mirov wî di nava dilê xwe de bijî.
    Ji ber ku têkoşîna wî û serhildêriya wî ewqas mezin e ku mirov bi peyvan nagihîje wê astê. Lê dîsa jî heta ku hibra me têrê kir, heta ku zimanê me geriya, heta ku peyvên me deng vedan em ê behsa Hozan Hemîdo bikin. Da ku hûn jî bibînin ev erdnîgariya ku çi lehengan, çi hozanan gihandiye û mezin kiriye. Ji bo çîroka Hozan Hemîdo me ji nivîsa xebatkara rojnameya Yenî Yaşamê Gulcan Derelî sûd wergirt. Ji vir em spasiya xwe ji wê re jî bikin û werin em li çîroka Hemîdo guhdarî bikin…

    Hunermendên şoreşger

    Di têkoşîna rizgariya gelê kurd de hin kêlî hene ku mohra xwe li wê demê dixin. Helbet bi xwe re gelek nirx diafirînin. Û her wiha dikin ku pêşeroj bi wê ruhê teşe bigire.
    Salên serhildanê jî heman tişte ji bo gelê kurd. Ew salên ji agir kir ku ruhekî berxwedêr ava bibe li tevahiya Kurdistanê. Û her wiha serhildanê geş kir vê ruhê.
    Di dema vê berxwedanê de hunera serhildêr jî ava dibû. Hunermendên kurd ji bo mil bidin têkoşîna rizgariyê ketibûn nava liv û tevgerê. Bi stran û awazên xwe bi helbest û gotinên xwe êş û azara gelê xwe, lehengî û qehremaniya şoreşgerên xwe vedigotin. Ew jî êdî perçeyekî vê têkoşînê bûn. Têlên tembûra wan her notayê bi vê hesasiyetê lêdida, ew nota dibûn stran, dibûn awaz, dibûn hêviya gel. Yek ji van hunermendên şoreşger jî Hozan Hemîdo bû…

    Hunera ku ji zaroktiyê dest pê dike

    Herkes wî wek Hemîdo nas kir. Ev nav çiqas lê dihat. Wek navekî serhildêran bû. Yên ku serî hildidin û natewînin.
    Navê wî yê fermî Hamît Gezgîncî bû. Di sala 1954’an de li Qosera Mêrdînê hatibû dinyayê. Di malbatê de 8 xweşk û bira bûn. Di nav malbateke bi hunerê re eleqedar de dijiya. Di temenekî ciwan de zewicîbû û zarokekî wî hebû.
    Hêj di zaroktiya xwe de dest bi lêdana tembûrê kiribû. Tembûrjeniyê ji bavê xwe hîn bibû. Dema temenê wî bû 15 salî êdî ew wek hunermendekî bi nav û deng bû li hêrama Mêrdînê. Bi wê dengê xwe yê zîz û xweş cihê ku lê stran digot dihejand.

    Di konserê de strana kurdî distira

    Di salên 70’yî de Hemîdo êdî hêdî hêdî doza kurdayetî di kesayeta xwe de dipejirand û deng û awaza xwe dixwest têxe xizmeta doza azadiya gelê kurd. Digel qedexeya li ser zimanê kurdî jî dest bi gotina stranên kurdî kiribû. Sala 73-74’an bi tevlî stranbêj Abdullah Papûr li Qoserê derdikevin konserekê. Di vî konserî de staranên kurdî dibêjin. Ev konser pir deng dide li herêmê. Lewma dibin hedefa dewleta faşîst.

    Rojên zindanê: Hemîdo û Esat Oktay

    Di adara sala 1980’yî, ango berî derbeya leşkerî bi çend mehan Hemîdo tê girtin û wê davêjin zindana Amedê ya ku bi îşkenceyên xedar bi nav û deng e. 5 sal di zindanê de dimîne Hemîdo. 5 sal li dijî zilm û îşkenceyên Esat Oktay Yildiran li ber xwe dide.
    Di van salên tije êş û jan de Hemîdo zindanê jî vediguherîne cihê jiyanê. Ji bo tevahiya hevalên xwe yê girtî çavkaniya kêf û moralê ye. Tembûra wî tune ye lê ew ji qutiya helewê, qotikê gezikê û ji lastîkên goreyan tembûrek ji xwe re saz dike. Bi wê tembûra newaze lê dide û strana dibêje ji hevalên xwe re. Bi vî afrîneriya xwe careke din zindanê vediguherîne cihê kêf û şahiyê.
    Lê belê ev rewş îşkenckar Esat Oktay gelek aciz dike. Wî ji dîn û îmanê derdixe. Her roj bi dengê tembûrê dihese lê bi serdegirtina qawîşê de tembûrê nabîne. Di nava çend rojan de Esat Oktay li xwe dikeve şike ku derûniya wî xirabûye û careke din bi aliyê wan de naçe. Bi dînkirina Esat Oktay, Hemîdo dibe abîdeya berxwedanê.

    Piştî zindanê berdewama hunerê

    Hemîdo di sala 1985’an ji zindanê derdikeve. Piştî ji zindanê derdikeve xebatên xwe yê çand û hunerî berdewam dike. Li girtîgehê 5-6 stran afirandibû. Li derve bi tembûr û awaza xwe yê zêrin van strana distirê. Lê bêtehamuliya li hember zimanê kurdî her ku diçû zêde dibû. Ji xwe derbeya 12’ê Îlonê her derê tar û mar kiribû û tevahiya qada hunerê fetisandibû. Hunermendên kurd bêtir derketibûn derveyî welat. Pêwîstî pê hebû ku ev qad vala nemîne. Kesên ku li ber xwe bidin û gel bê huner nehêlin helbet wê hebûna. Hemîdo wê bibûya pêşengê vê fikriyatê.

    Dawet û dîlan dibûn serhildan

    Li aliyekî têkoşîna rizgariya gelê kurd bilind dibû, li aliyê din serhildanên gel her ku diçû belav dibû. Hemîdo bi lez û bez cihê xwe di nava vê têkoşînê de girtibû. Li her şev û hefleyan de, di her dawet û şahiyan de mirov dengê Hemîdo dibihîst. Li herêma Mêrdinê her malbatekî kurd ku wê dawetên xwe lidarbixistana teqes dixwestin Hemîdo di şahiya wan de bistire. Hemîdo bi wî dengê xwe yê xweş, awaza xwe yê geş û bi gotina stranên şoreşgerî qada şahiyê vediguherand cihê serhildanê. Bi dehan keç û xortên kurd bi stranên wî hişyar dibûn, dibûn şoreşger. Gel, bigotina van stranan ji dozê agahdar dibûn û tev li tevgera azadiyê dibûn.

    Li dijî gefan qêrîna bilind dibû

    Helbet ev yek dewleta faşîst gelek aciz kiribû. Êdî ew rasterast ji hêla hêzên dewletê ve dihate tehdîtkirin. Digotin “êdî stranên kurdî nebêje. Tu bi van stranan gel hişyar dikî.” Lê Hemîdo ji ya xwe nehat xwarê. Gefên lê dixwarin piştguh dikir û qêrîna xwe bilindtir dikir. Ji ber vê helwesta xwe hema bêjin mehê du-sê caran dihat binçavkirin û di îşkenceyên giran de derbas dibû. Dema dihate berdan careke din li karê xwe vedigeriya.

    Neynûk ji tiliyan kişandin

    Dewlet gelek tirsiyabû ji Hemîdo. Hunera wî bibû weke çekekî newaze û di dilê faşîzmê de diteqiya. Pêdivî pê hebû wî bidin rawestandin. Lewma binçavkirin û îşkence wê her bidomiya. Rojek dîsa di binçavkirinekî de rastî îşkenceyekî gelek giran tê. Neynûkên du tiliyên wî yê ku li tembûrê dide ji kokê ve radikin. Çavê neyar kor be, îşkenceya ewqas giran mirov çawa li mirovekî bike. Ev yek wek wahşeteke bêsînor bû. Tilî bê neynûk, tembûr bê awaz mabû. Ew tilî û neynûkên ku dema li têla diket canê mirov dilerizandin, asîmana tirsê diqelaşt ew dengê têlan. Ji ber vê îşkenceya giran Hemîdo demek nikaribû li tembûrê bide. Ne hêsan bû, neynûkên wî ji erq ve rakiribûn. Lê ev yek jî nikaribû Hemîdo bide rawestandin. Dema tiliyên wî baş bûn careke din xebata xwe berdewam dike.

    “Qey hûn mirovan bêdeng dikujin?”

    Destpêka salên 90’î jî bi van zilm û zor û çewisandina û li hemberî van bi berxwedana Hemîdo derbas dibû. Wan wî digirtin, îşkence lê dikirin, gefan lê dixwarin lê Hemîdo jî tembûra xwe lê dida û gel vedixwend serhildanê. Sala 1992’yan li Dêrika Çiyayê Mazî dîsa li dawetekî ye. Bi hezaran kes tev li dawetê bûne. Kî bihîstiye ku wê Hemîdo were dawetê berê xwe dane qada dawetê. Lê digel hezkiriyên wî, xêrnexwazan jî bihîstibû wê Hemîdo bê. Polîsan bi ser cihê dawetê de girtin. Derdora Hemîdo digirin û wî hişyar dikin; “Tembûrê hêdî lê bide, dengê tembûra te mirovan aciz dike.” Hemîdo wan bêbersiv nahêlê û dibêje; “Dema hûn mirovan qetil dikin hûn wan bêdeng dikujin gelo? Dema gule ji çeka we derdikeve gelo bêdeng derdikeve?” Helbet ev bersiveke gelekî watedar bû. Lê bû sedema ku Hemîdo careke din bê binçavkirin. Dîsa 4-5 rojan di bin îşkenceyê de dimîne.

    Kujeran kemîn avêt pêşiya Hemîdo

    Sala 1993’yan êdî salên ji agir bûn. Li aliyekî serhildan û berxwedana gel, li aliyê din îşkence, zilm û wahşeta dewletê hebû. Parlamenterê DEP’ê Mehmet Sîncar bi tev li hevalê xwe yê partiyê Metîn Ozdemir hatibûn qetilkirin. Hemîdo çibû taziya Mehmet Sîncar. Piştî vedigere bi du rojan jê re têlefonek tê. Dibêjin “em dixwazin te bibînin.”
    Dîrok 27’ê îlona 1993’yan e. Bi birayê xwe Weysî re ji malê derdikeve. Kujer li ser pira Dînaysir a dîrokî kemîn avêtibûn pêşiya wan. Ji sê aliyan ve gule li wan barandin. Weysî bi 9 gulleyan birîndar dibe. Lê Hemîdo li cihê bûyerê jiyana xwe ji dest dide.

    Şehîdê hunera şoreşê

    Hemîdo yê ku dema li tembûrê dida erd û ezman dihejand, bi deng û awaza xwe ve erdnîgarê xweş dikir, ji hêla JÎTEM’ê ve hatibû qetilkirin. Dibe ku nivşên niha nizanin lê Hemîdo hozaneke mezin bû. Çîroka wî weke çîrokeke veşartiye belkî, lê hûn herin li deriyê kijan mêrdîniyî bixin wê ji we re behsa Hemîdo bikin. Piştî hate qetilkirin cenazeyê wî li Qoserê li goristana ku Mehmet Sîncar lê dima spartin axê. Ew êdî şehîdê doza azadiyê, şehîdê hunera şoreşê bû.

    Hemîdo li dû xwe dehan helbest û stran hişt. Her wiha bi dehan serpêhatî û çîrokên lehengiyê jî hiştin. Ew çîrokên ku di ser de 30 sal derbasbûye lê hê jî di nava gel de zindîne. Ji ber ku Hemîdo hunermendê gelê xwe bû. Ew bi êş û azara gelê xwe xemgîn dibû, bi kêf û şahiya gelê xwe dilşa dibû. Ji bo ku welatekî azad bê afirandin têkoşîn dida û di vê axirê de şehîd ket. Lewma mirov bi dilxweşî dikare bêje ku hunermendên wisa mezin tu carî nayên jibîrkirin û ji bîr nabin.