25 Îlon 2022, Yekşem
No menu items!
More

    DBP careke din xwe bi rêxistin dike

    Partiya Herêmên Demokratîk (DBP), di sala 2008’an de bi navê Partiya Aştî û Demokrasiyê (BDP) hat damezrandin û di sala 2014’an de navê xwe guhert. Di sala 2019’an de biryara biçûkkirina xwe da û ji bilî Amed, Wan, Dîlok û Mêrdînê hemû rêxistinên xwe yên li bajar û navçeyên bakurê Kurdistanê û Tirkiyeyê girt. Piştî 3 salan niha careke din xwe li bajarên bakurê Kurdistanê bi rêxistin dike. Em bi Hevserokê Giştî yê DBP’ê Keskîn Bayindir re hatin gel hev û li ser guhertina navê wê, biryara biçûkkirin û ji nû ve rêxistinkirina wê ya li bakurê Kurdistanê axivîn. Pirsên me yên der barê mijarê de û bersivên Bayindir bi vî rengî ne.

    Partiya we di sala 2008’an de bi navê Partiya Aştî û Demokrasiyê (BDP) hat avakirin. Bi pêşniyaza Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan di sala 2014’an de navê xwe guherî û bû Partiya Herêmên Demokratîk (DBP). Ji ber kîjan sedeman pêwistî bi guhertineke bi vî rengî hat dîtin?

    Partiya me her çiqas di sala 2008’an de hatibe damezrandin jî hîmê wê bi têkoşîna azadiyê ya gelê kurd ve girêdayiye û heta 30 salan diçe. Têkoşîna siyasî ya gelê kurd ji salên 1990’î ve bi rêxistinkirinê roj bi roj mezin bû. Di salên 2000’î de kevneşopiya partiya me êdî ne tenê li navçe û bajarên bakurê Kurdistanê li bajar û metrepolên Tirkiyeyê jî xwe bi rêxistin kir û bi milyonan kes xwe pê ve girêdan. Piştî vê merheleyê Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan di sala 2014’an de bi armanca ku rê ji gelê kurd û dostên gelê kurd re vebike û dînamîkên cuda yên Tirkiyeyê bigihîne hev pêşniyaz kir ku em navê partiya xwe biguherînin û bikin Partiya Herêmên Demokratîk. Em pêkhateya herî mezin a HDP’ê ne. Piştî têkoşîna siyasî ya 30 salan pêwîst bi guhertineke bi vî rengî çêbû. Weke partiyeke bîrdozî, çandî û dîrokî me xwest em xwe li nav gelê xwe yê li Kurdistanê û gelê xwe yê ku ji ber zilm û zordariya dewletê koçî bajarên Tirkiyeyê kiriye de birêxist bikin.

     Partiya we di sala 2014’an de li bakurê Kurdistanê tev li hilbijartina herêmî bû û bi awayekî serkeftî bajarên mezin jî di nav de bi dehan şaredariyên bakurê Kurdistanê bi dest xist. Lê piştî ku partiya we navê xwe guherî du sal şûn de ji bilî çend şaredariyan hemû şaredariyên we bi qeyûman hatin desteserkirin. Van pêkanînên antî demokratîk çi bandor li partiya we kirin?

    Desthilata AKP-MHP’ê dixwaze pergala sed sal berê ya dewletê nûjen bike. Bi têkoşîna gelê kurd hem li bakurê Kurdistanê hem jî li Tirkiyeyê ev tevger û siyaset roj bi roj mezintir bû. Vê jî baweriyeke mezin da gelê kurd û dostên wan. Vê mezinbûn û qebûlkirina siyaseta me tirseke mezin da desthilata AKP-MHP’ê. Ji ber vê yekê li dijî siyaseta me dewlet êrîşeke bîrdozî dimeşîne û bi qeyûman vîna gelê kurd desteser kir. Bêguman vê jî tesîr li siyaseta me kir lê bi me gav paşde nedaavêtin. Di 2019’an de biçûkkirina DBP’ê li gorî taktîk, plan û projeyên me yên pêşerojê bûn. Ji ber vê jî me tenê xwe li Kurdistanê bi sînor kir. Me 3 salan ev siyaset domand.

    Di sala 2015’an de piştî serkeftina HDP’ê ya di 7’ê hezîranê de ku bi tifaqa we pêk hatibû nîqaşên ku partiya we bi komekê li Parlamentoyê bê temsîlkirin hatibûn kirin. Lê ev pêk nehat û berovajiyê wê partiya we di sala 2019’an de hemû rêxistinên xwe yên navçe û bajaran girt û tenê li 4 navendan xebatên xwe meşand. Hûn dikarin hinek qala vê pêvajoyê û sedemên vê guhertinê bikin?

    Me ji ber êrîşên li dijî xwe biryara biçûkkirina xwe neda. Armanc û planeke me hebû û li gorî van armanc û planên xwe biryareke bi vî rengî da. Li gorî sîstema me em pêkhateya herî mezin a HDP’ê ne. Ev rastî jixwe îro jî tê zanîn. Pêwistî pê hebû ku HDP li Kurdistanê bi her awayî bê birêxistinkirin û xurtkirin. Ji bo pêşîvekirina HDP’ê ya li Kurdistanê weke DBP me fedakarî kir. Lê sînor û demek ji vê fadakariyê re hebû. Di nav 3 salan de ev fedakariya me gihîşt armanca xwe. Baweriya me ew e ku pêşketina siyaseta herêmî, azadî û demokrasiyê wê bi pêşengiya DBP’ê pêk were. Piştî hilbijartinên giştî yên 2023’yan em ê rêveberiyên herêmî û hilbijartinên herêmî nîqaş bikin û li gorî vê biryarekê bidin û xebatên xwe ji nû ve saz bikin.

    Bi van guhertinên ku we di partiya xwe de pêk anîn re zextên li ser we jî her berdewam kirin. Di encama van zextan de 3 hevserokên giştî yên partiya we hatin girtin. Hê jî hevserokeka berê ya partiya we Sebahat Tûncel girtî ye. Eleqeya van zextan bi guhertinên ku we di partiya xwe de pêk anîn û stratejiya ku we meşand re heye?

    Nêzîkatiya desthilata AKP-MHP’ê û dewleta tirk a li dijî partiya me dijminatî ye. Dijminatiyeke dîrokî li dijî partiya me dimeşînin. Di vê çarçoveyê de di sala 2016’an de bi rêbaza qeyûman hemû şaredariyên me desteser kirin û êrîşî rêveber û hevserokên me yên giştî kirin û ew girtin. Dizanin ku heke pêşî li DBP’ê neyê girtin wê li bakurê Kurdistanê bi rêbazên demokratîk têk biçin. Vê di hilbijartinên herêmî yên sala 2014’an û 7’ê hezîranê de tecrûbe kirin. Ew çi jî bikin wê nikaribin bi serkevin. Ji ber siyaseta ku em dimeşînin dixwazin tolê ji me bigirin lê gelê me li dijî wan disekine û pişta me digire.

    Piştî 3 salan hûn careke din li bajarên bakurê Kurdistanê rêxistinên xwe vedikin û xebatên xwe yên siyasî berfirehtir dikin. Çi guhertin pêk hatin ku hûn careke din li bajaran rêxistinên xwe vedikin. Armanca we ya ji vê xebatê çi ye?

    Siyaset û rêxistinbûna HDP’ê li Kurdistanê gihîşt astekê û armanca xwe. Di nav 7 salan de gelek êrîş li HDP’ê û pêkhateyên wê hatin kirin. Bi van êrîşan dixwazin siyaseta gelê kurd lewaz bikin. Me çawa ku beriya 3 salan ji bo rêxistinkirina HDP’ê fedakarî kir û îro bi vê xebata xwe ya li Kurdistanê em dixwazin li dijî êrîş û dijminatiya lê tê kirin HDP’ê qewîm bikin. Hem li bakurê Kurdistanê hem jî li bajar û metropolên Tirkiyeyê em vê xebatê dimeşînin. Armanceke me ya sereke ev e.

    Armanca me ya duduyan jî; em dizanin ev desthilat bi şerê derûnî û taybet dixwaze dîtin, gotin û raman û feraseta siyaseta gelê kurd ji xeta azadî, wekhevî û aştiyê derxîne. Li dijî vê siyasetê pêwist kir ku em DBP’ê li bajarên bakurê Kurdistanê bi rêxistin bikin. Ev ne tenê biryara meclisa partiya me bû. Weke ku hûn jî dişopînin bênavber me û Kongreya Civaka Demokratîk (KCD) li gund, tax, navçe û bajarên bakurê Kurdistanê xebat meşandin. Di van xebatan de jî pêwîstbûna rêxistinbûna DBP’ê ya li bakurê Kurdistanê derket holê.

    Heta niha we xwe li çend bajaran bi rêxistin kiriye û vê der barê de we hedefek daniye pêşiya xwe?

    Destpêkê em rêveberiyên xwe yên bajaran tayîn dikin. Piştî tayînkirinê rêveberiyên me li gund û bajarokan komîsyonan ava dikin û xwe li navçeyan bi rêxistin dikin. Heta niha me tayînkirina rêveberiyên xwe yên bajarên mîna Şirnex, Mûş, Agirî, Çewlik, Êlih û Dersimê pêk anîne. Em niha amadekarî dikin ku li bajarên mîna Riha, Îdir, Bedlîs û Colemêrgê jî rêveberiyên xwe tayîn bikin. Li gorî plansaziya me em hedef dikin ku heta dawiya meha mijdarê di asta bajaran de li tevahiya bajarên bakurê Kurdistanê DBP’ê bi rêxistin bikin. Her bajar wê li gorî hêz û derfetên xwe li navçeyan jî heman xebatan bide destpêkirin û rêxistinan ava bike.

    Dîsa em plan dikin ku di dawiya sala 2022’yan de rêxistinbûna xwe ya bajar û metropolên Tirkiyeyê bidine destpêkirin. Heta niha weke herêmî me li herêma Marmarayê li Stenbolê, li herêma Çûkûrovayê li Edenê, li herêma Anatoliya Navîn li Enqerê û li herêma Egeyê jî li Îzmîrê buroyan vekiriye. Hedef û armanca me ew e ku em di destpêka sala 2023’yan de bi siyaset û rêxistinbûneke xurt, bi bîr û bawerî, çandeke kurdistanî, rê û rêbazên demokratîk DBP’ê di nav gelê kurd de bi rêxistin bikin.

    Weke ku we jî destnîşan kir partiya we DBP pêkhateya HDP’ê ye. Tevî vê jî ji du aliyan ve rexne li HDP’ê tên kirin; hin kes dibêjin HDP partiya kurdan e û hin kes jî dibêjin ku HDP ne partiya kurdan e. Çi ferqa DBP û HDP’ê ji hev heye?

    Rast e di civakê de nîqaşên bi vî rengî tên kirin. Ji milê Kurdistanê ve rexneyên ku HDP ne partiya kurdan e tên kirin, ji milê Tirkiyeyê ve jî rexneyên ku HDP partiya kurdan e tên kirin. Li vir em dixwazin rastî û heqîqetekê  ji civakê re aşkera bikin. HDP partiya Tirkiyeyê ye. Lê DBP jî partiya gelê kurd e û pêkhateya herî mezin a HDP’ê ye. Di van rexneyan de partiya me DBP nayê dîtin. Em dixwazin DBP jî bê zanîn û dîtin. Em dibêjin em partiya gelê kurd in. Em siyaseta xwe hem li Tirkiyeyê hem jî li Kurdistanê bi giranî bi zimanê xwe dikin. Em siyaseta xwe di nav HDP’ê de têdikoşin. Dibe ku hin kesên di nav HDP’ê de vê rastiyê nebînin. Lê daxwaz û banga me ew e ku dema ev rexne bê kirin heqîqeta DBP’ê jî li ber çav bê girtin. Dema ev bê kirin wê ev rexne jî bêwate bimînin. Weke partî kêmasiyên me jî hebûn. Me tenê xwe bi 4 bajaran bi sînor kiribû. Lewre ev rexne dihatin kirin. Ez bawerim dê xebatên me yên nû pêşî li van rexneyan bigirin.

    Keskîn Bayindir kî ye?

    Di sala 1984’an de li navçeya Sasonê ya Êlihê ji dayik bûye. Ji dibistana seretayî heta lîseyê li navenda Êlihê xwendiye. Di navbera salên 2003 û 2007’an de li Meletiyê mamostetiya dibistana seretayî dixwîne. 7 salan li Amedê mamostetî dike û di sala 2016’an de piştî Hewldana Darbeya 15’ê Tîrmehê bi KHK’ê ji mamostetiyê avêtin. Di navbera salên 2017 û 2018’an de cîgiriya Serokê Giştî yê Egîtîm-Sen’ê dike. Piştre jî di navbera 2018 û 2019’an de endamtiya fahrî ya Meclisa Partiyê ya HDP’ê dike û li bakurê Kurdistanê dixebite. Di sala 2019’an de ji bo Hevserokatiya Giştî ya DBP’ê tê hilbijartin û ji wê salê ve peywira xwe ya Hevserokatiya DBP’ê didomîne.